HPG: Şehîdên Werxelê mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin

HPG'ê şehîdên Werxelê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Celal, Jînda, Amara, Ozgur û Mazlûm bi şerê dîrokî yê li dijî dagirkeran derbasî nava dîroka azadiyê ya gelê me bûn û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Li dijî êrişên qirker ên artêşa Tirk a qirker, ku 23'ê Nîsana 2021'ê li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê da destpêkirin, berxwedana herî bi heybet a dîroka Kurdistanê hate nîşandan.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gel derfetên kêm jî bi îradeya Apoyî li ber xwe dan û ev berxwedan wê ji bo paşeroja gelê me diyarker be. Gerîlayên azadiyê ku bi vê têgihiştinê li dijî dagirkeran şer dikin, ji niha ve dijmin têk birine. Di sala 2021'ê de ku berxwedana dîrokî lê qewimî, di tunelên şer ên Werxelê de derba herî giran li dijmin hate xistin. Li van tunelên şer ku dewleta Tirk a dagirker hemû teknîka li ber destê xwe bi kar anî, li îradeya ji pola ya gerîlayên Apoyî ketin û pengizîn. Li gel êrişan hemûyan jî dagirkeran nekarîn encamê bi dest bixin û bi rengekî nemerdane çeka kîmyewî bi kar anî. Di encamê de li tunelên şer ên Werxelê hevrêyên me Jînda, Amara û Ozgur şehîd bûn. Piştre jî hevrêyên me Celal û Mazlûm ku bi alîkariya hevrêyên xwe yên li tunelan ve çûn bi bandora çekên kîmyewî şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja bi lehengiya xwe, bi dilsoziya bi hevrêtiyê re û sekna xwe ya bi biryardarî ya ji bo parastina welatê xwe, rê nedan artêşa Tirk a qirker. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Celal Fedakar
Nav paşnav: Bestûn Bekir
Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye
Dayik-Bav: Emîne-hacî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Jînda Ronahî
Nav paşnav: Hevîn Hesen
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Emîne-Abdo
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Amara Çiya
Nav paşnav: Zîlan Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Dayik-Bav: Nadya-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Ozgur Bedran
Nav paşnav: Nesîp Ekîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Erdem-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Mazlûm Batman
Nav paşnav: Umran Kaya
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Gulcîhan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2021 / Avaşîn

CELAL FEDAKAR

Hevrêyê me Celal li Silêmaniyeyê, ku bi sekna xwe ya welatparêz di tevahiya dîrokê de her tim doza Kurdistanê parast û di vê oxirê de berdêlên giran da, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber vê karaktera malbatê, taybetmendiyên neteweyî ji bo hevrê Celal jî li pêş bû. Lewma têkoşînên azadiyê yên li parçeyên din ên Kurdistanê bala wî kişand. Her çend hin hêz hewl didin ku xelkê me yê Başûr bi zanebûn ji berxwedana li parçeyên din ên Kurdistanê dûr bixînin jî hevrêyê me Celal têkoşîna azadiyê û gelê Kurdistanê weke hev dît. Lewma jî kete bin bandora têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin û ji îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo bi bandor bû. Ji zarokatiya xwe ve timî bû heyranê gerîla û dixwest bibe gerîla. Sala 2018'an dema ku artêşa Tirk a mêtinger dest bi êrişên dagirkeriyê li ser Efrînê kir û di serî de jinên Kurd, ciwanên Kurd ên bi felsefeya Apoyî bi rengekî fedaî li dijî dijmin şer kirin, ew jî kete bin bandora vê yekê û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Celal ku xwedî kesayetiyekî cewherî bû, li qadên gerîla xwe perwerde kir û bi temamî fedayî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Bi perwerdeyên wergirtî re pîvanên jiyanê yên Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de ava kir, bi vî rengî li hemberî bandora sîstema kapîtalîst kete nava têkoşîneke mezin. Her wiha bi kûrbûna xwe, rastiya dijmin û karakterê xeta noker baştir nirxand û li dijî vê xetê bû xwedî hêrseke mezin. Gihîşt wê baweriyê ku xeta nokeriyê ya li Kurdistanê tenê bi israra li ser xeta Apoyî dikare bê têkbirin. Tevî kûrbûna xwe ya îdeolojîk bi hostatiya xwe ya leşkerî jî bû milîtanekî serketî. Demeke dirêj li herêma Avaşînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û di lêdana derbên mezin de roleke mezin lîst. Week gerîlayekî profesyonel tevlî van çalakiyan bû, di bicihanîna taktîka dema nû de bû xwedî sekneke bi biryar. Hevrêyê me Celal baweriya xwe pê anî ku êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê ye, lewma baweriya xwe pê anî ku destketiyên gelê me yê Başûr bi berxwedana li Avaşînê dikare bê parastin. Piştî ku dijmin li pêşberî berxwedana li tunelên şer ên li Werxelê têk çû û dûre bi nemerdane bi gazên kîmyewî êriş kir, mîna hevrêyê me Mazlûm hevrêyê me Celal jî bi alîkariya hevrêyan beziya. Li tunelên şer ên Werxelê ku ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe yên şoreşgerî û hevrêtiyê çû, ji ber gaza kîmyewî bi jehrê ket û şehîd bû. Hevrêyê me Celal weke şopdarê şehîdên me yên mezin Doktor Sîrvan, Viyan û Helmet tevlî karwanê şehîdan bû.

JÎNDA RONAHÎ

Hevrêya me Jînda li bîrdariya berxwedanê ya Rojava, li Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber kevneşopiya welatparêziyê ya malbata xwe hevrêya me Jînda jî hîn ji zarokatiyê ve partiya me PKK bihîst û bi destanên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li qada Efrînê yekîneyên destpêkê yên gerîla dît û bi bandora sekna wan hevalan a di nava jiyanê de, bi bandora çand û exlaqa Apoyî tevlî nava Şoreşa Rojava bû. Di demekê de ku şer giran bû, bi biryardarî û kelecaneke mezin tevlî şer bû, rê neda ku dijmin welatê me dagir bike û destketiyên gelê me tune bike. Demeke dirêj li qada Rojava di karên cuda de xebitî û sala 2017'an ji bo gerîlatiyê bike berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Jînda piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bi perwerdeyên wergirtî jî hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û bû milîtaneke jin a mînak. Hevrêya me Jînda tevlîbûneke ji rêzê li xwe neanî û her tim hewl da xwe bi pêş bixîne û tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe bike. Bi kesayetiya xwe ya sade, ji dil û kedkar li her kêliya jiyanê bi erka pêşengiyê rabû. Wezîfeya fermandariyê ku karekî zehmet e û di heman demê de berpirsyariyeke giran e hilda ser milê xwe û di şerê dijî dagirkeriyê de li refên herî pêş cih girt. Her wiha di çarçoveya jinûve avabûnê de jî perwerdeya pisporiyê wergirt û weke geîlayeke YJA Starê ya profesyonel li ser taktîkên gerîla yên serdema nû serwer bû. Hevrêya me Jînda ku pratîka xwe ya gerîlatiyê hemû li qada Avaşînê kir, temamiya qada Avaşînê nas kir. Di pêvajoya şer de ev yek ji xwe re kir avantajek û li gelek qadên şerê giran tevlî komên destwerdana li dijmin bû. Herî dawî li tunelên şer ên Werxelê amade bû ku dijmin 3 mehan bênavber êriş bir ser lê nekarî encamê bi dest bixe. Li wê derê tevî berxwedana efsanewî ya hevrêyên xwe yên li tunelan bû. Weke gerîlayeke YJA Starê pêşengî kir û derbên giran li dijmin xist. Artêşa Tirk a qirker ku li pêşberî vê berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê têk çû, gazên kîmyewî bi kar anî. Hevrêya me Jînda jî di encama êrişa bi gazên kîmyewî de şehîd bû. Kenê wê yê ji dil wê timî ji bo hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêz û moralê.

AMARA ÇIYA

Hevrêya me Amara li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku ev herêm bi pêngava PKK'ê re bi pêş ket û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û bi sedan şehîdên xwe hene. Hevrêya me Amara ji ber ku ji malbateke welatparêz tê ku gelek berdêl daye, bi Şoreşa Rojava re hîn bêhtir firsend dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Bi taybetî kete bin bandora jinên ku di nava Şoreşa Rojava de berpirsyarî bi cih dianî û gelekî hewl da ku weke milîtaneke pêşeng cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigire. Hevrêya me Amara di van hewldanên xwe de bi ser ket û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû, bersiv da êrişên dijmin ên li ser destketiyên gelê me. Ji bo karibe têkoşîneke xurt li dijî êrişên dijmin bimeşîne, fêhm kir ku divê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe kûr bike û li ser vê bingehê tevlî perwerdeyan bû. Bi qasî şer û taktîka gerîla her wiha di Dîroka Azadiyê ya Jinê, Dîroka Kurdistanê û felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de xwe kûr kir, bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Hevrêya me Amara jiyana li çiyê weke warê jiyana azad nirxand û ti carî nexwest ji çiyê qut bibe û xwest bi xwezayê re bibe yek. Hevrêya me Amara piraniya jiyana xwe ya gerîlatiyê li Avaşînê derbas kir û mîna Avaşînê bi kesayetiya xwe ya pak di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di nava şert û mercên şer de ji bo berpirsyariyên xwe li pêşberî hevrêyên xwe bi cih bîne bi rengekî fedakar tevlî bû û li hemberî êrişên dijmin ji bo kêliyekê jî dudil nebû, sekna xwe ya li ser xeta jin a azad parast. Hevrêya me Amara hem bi taktîkên şer ên tîmên bi tevger, hem jî bi taktîkên dewlemend ên li tunelên şer derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Amara tevî hevrêyên pê re ji ber êrişa kîmyewî şehîd bû û bi xwezaya Avaşînê re bû yek.

OZGUR BEDRAN

Hevrêyê me Ozgur li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên hene û tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûye. Hevrêyê me Ozgur ku li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû mîna gelek zarokên Kurd hîn di zarokatiyê de rastiya me ya gel û welat nas kir. Ji ber ku malbata wî koçî metropolên Tirk kir, dûrî Kurdistanê mezin bû lê belê ti carî ji rastiya gel û welat qut nebû. Lewma jî hîn di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir, di serî de Komalên Ciwan di gelek karî de xebitî. Ji ber karên xwe yên li qada legal ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin û 13 mehan li zindanên dijmin dîl hate girtin. Li qada zindanê jî ku weke Qada Rêbertî tê pênasekirin, têkoşîna xwe dewam kir, li gel zext û êşkenceyên dijmin jî serî netewand. Ji zindanê hîn bi biryardarî derket û weke bersiva li konsepta êrişê ya dijmin a ji sala 2015'an û pê ve xiste dewrê, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe ku daxwaza wî ya zarokatiyê bû û berê xwe da çiyayên azad. Hevrêyê me Ozgur, ji qada Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû û yekîneyên gerîla yên destpêkê li Avaşînê dît, perwerdeya xwe ya destpêkê ya Rêbertî li Avaşînê wergirt, destpêkê li Avaşînê tevlî çalakiya destpêkê bû û rastiya şehadetê li Avaşînê nas kir. Hevrêyê me Ozgur ji hevrêtiyê heta xwezayê bi her awayî bi Avaşînê ve hate girêdan, her tim bi nirxên şehîdên me yên leheng ên li Avaşînê dilsoz ma û ev yek ji xwe re kir bingeha têkoşîneke hîn xurtir. Di çarçoveya projeya jinûve avakirinê ya gerîla de tevlî perwerdeyên îdeolojîk û pisporişyê bû û gelekî kete bin bandora taybetmendiya Rêbertî ku di perwerdeyan de mirovan diguherîne. Ji bo bibe milîtanekî baş ê Rêber Apo kûrbûna di felsefeya Rêbertî de ji xwe re kir esas, ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe xurt kir. Piştî vê pêvajoya perwerdeyê ji nû ve li Avaşînê vegeriya û li tunelên şer ên Werxelê ku destanên lehengiyê lê hate nivîsandin, di êrişa kîmyewî ya dijmin de şehîd bû. Bi vî rengî tevlî lehengên Avaşînê bû.

MAZLÛM BATMAN

Hevrêyê me Mazlûm li Êlihê li cihê ku ti carî serî li ber dewleta Tirk a qirker netewandiye û bi serhildanan israra xwe ya di jiyana azad de her tim nîşanî dijmin dide, li nava malbateke welatparêz ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek berdêlên xwe hene, ji dayik bû. Ji ber ku ji malbat û derdora wî şehîd û tevlîbûn hebûn, her wiha ji ber ku li nava malbatê timî qala destanên lehengiyê yên şehîdan û gerîla dihate kirin, vê yekê bandoreke xurt li hevrêyê me Mazlûm kir. Hevrêyê me Mazlûm Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi bîranînên şehîdan nas kir û li ser bingeha jiyana azad kete nava lêgerînan. Bi kesayetiya xwe ya kedkar dema ku li metropolên Tirk dixebitî polîtîkayên cihêkar ên dewleta Tirk a qirker baştir dît û rastiya dijmin têgihişt. Her wiha bi polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me hesiya û gihîşt wê baweriyê ku divê hesab ji komkujiyên dijmin ên li ser gelê me dike, bê pirsîn. Hevrêyê me Mazlûm dema ku dewleta Tirk û hevkarê wê çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser destketiyên gelê me yên li Rojava, bi banga seferberiyê ya Rêber Apo ji qada Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku demeke kurt li Eyaleta Amedê perwerde dît, derbasî qada Rojava bû û di rizgarkirina Kobanê de xwedî kedeke mezin bû. Piştre jî tevlî gelek pêngavên li herêma Rojava bû û di van pêngavan de bi şerkerî û wêrekiya xwe bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Tevî ku di şer de birîndar bû ti carî ji daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda, berevajî hîn bêhtir xwe li têkoşînê girt û biryardariya xwe mezintir kir. Hevrêyê me Mazlûm tevî ku di her şertî de li her qadê têkoşîna xwe bi rengekî serketî meşand, ti carî dest ji daxwaza xwe ya zarokatiyê berneda ku timî dixwest li çiyayên Kurdistanê bibe gerîla. Li ser vê bingehê sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ev daxwaza xwe bi cih anî. Bi jiyana çiyê re rastiya xwe nas kir û bi perwerdeyên Rêbertî re bi rastiya xwe têgihişt. Her wiha dît ku qirkirin li ser gelê me tê ferzkirin û li dijî vê yekê bi îradeya xurt a têkoşînê ku di şexsê şehîdên me yên leheng û Rêber Apo de hate afirandin, dilsoz bû. Li çiyayên Kurdistanê li Garê, Cîlo, Zap û herî dawî li Avaşînê gerîlatî kir, bi jiyan û şervaniya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di dema êrişên dagirkeriyê yên dijmin de ku 23'ê Nîsana 2021'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, li qada Avaşînê hem bi taktîkên gerîla yên bi tevger û profesyonel hem jî bi sekna xwe ya serketî ya li tunelên şer li gelek nuqteyan pêşengî ji şikandina êrişên dijmin re kir. Li gel êrişên dijmin ên li derveyî mirovahiyê jî bi îradeya xurt a Apoyî şer kir û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Mazlûm ku bi şehîdan û hevrêyên xwe ve hate girêdan, piştî ku dijmin li tunelên şer ên Werxelê gaza kîmyewî bi kar anî, bi alîkariya hevrêyên xwe ve çû, lê bi bandora gaza kîmyewî bi jehrê ket û şehîd bû. Hevrêyê me Mazlûm ku yek ji mînakên bêemsal ê dilsoziya bi Rêber Apo, şehîdan û hevrêyên xwe re bû, wê her tim di têkoşîna me de pêşeng be.

Hevrêyên me Celal, Jînda, Amara, Ozgur û Mazlûm bi şerê dîrokî yê li dijî dagirkeran derbasî nava dîroka azadiyê ya gelê me bûn û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin."