HPG: Şehîdên me hîn bêhtir em nêzî serketinê kirin

HPG'ê 5 gerîlayên sala 2019'an li Bakurê Kurdistanê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe careke din dubare dikin ku têkoşînê bi ser bixînin, ku şehîdan radestî me kirine."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Sala 2019'an dijmin li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê bi dehan operasyonên ji bo tunekirinê da destpêkirin û bi van operasyonan xwest, hêzên me yên gerîla yên li vê qadê tasfiye bike. Ji Dersimê heta Amanosê, ji Serhedê heta Botan û Mêrdînê li her devera Bakurê Kurdistanê hêzên me yên gerîla li dijî van operasyonan çalakiyên xurt kirin, bi taktîkên gerîla yên serdema nû re kirin ku dijmin paşve gavê biavêje. Hevrêyên me yên ku bi sekna xwe ya bi biryar di xeta fedayîtiyê de bi erka pêşengiyê rabûn û di van operasyonan de derbên giran li dijmin xistin; hevrê Karker û Xebat li Mêrdînê, Armanc li Wanê û Destiyar û Kato jî li Dersimê şehîd bûn. Van şehîdên me yên leheng bi qasî têkoşîna xwe her wiha bi şehadeta xwe kirin ku gelê me li dora tevgera azadiyê û Rêberê me bicive. Îro jî em hîn bêhtir nêzî serketinê kirine. Em jî soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Karker Gabar
Nav paşnav: Servet Demîr
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Mevlude-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Mijdara 2019 / Mêrdîn

Nasnav: Xebat Çekdar
Nav paşnav: Abdûrrahman Sîler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulê-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Tebaxa 2019 / Mêrdîn

Nasnav: Armanc Sêrt
Nav paşnav: Osman Kûlîk
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Medîne-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tebaxa 2019 / Wan

Nasnav: Destiyar Hêlîn
Nav paşnav: Mûrat Çakmak
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Hezîrana 2019 / Dersîm

Nasnav: Kato Qers
Nav paşnav: Bariş Abayli
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Lutûz-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Hezîrana 2019 / Dersîm

KARKER GABAR

Bajarê serhildanê yê Kurdistanê Êlih, bi gelek şoreşgerên ji nava xwe derxistî, mohra xwe li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xist. Ji fermandarê sembol ê partiya me Egîd (Mahsûm Korkmaz) heta bi Çiyagerê ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de li Sûrê dîrok nivîsand, li Êlihê gelek fermandar û milîtan gihîştin. Hevrêyê me Karker jî li Êlihê ji dayik bû û da ser şopa van fermandarên me yên hêja. Hevrêyê me Karker ku tevkariyên girîng li têkoşîna me ya şoreşê kir, bû fermandarekî şareza. Hevrêyê me Karker ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, ku gelek ji endamên wê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, heta dema ciwantiyê li Êlihê ma, piştre jî ji ber zextên dijmin ên li ser malbatê neçar ma ji Kurdistanê koç bike. Her çend berê partiya me nas dikir jî di dema karên ciwanan de firsend dît ku partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Geriya ku tevlî nava refên gerîla bibe bi aliyê xwe yê çalakger li pêş bû û heta tevlî nava gerîla bû, weke ciwanekî Kurd di xweparastinê de qet tawîz neda. Piştî ku demekê di nava karên ciwanan de ma, ji bo karibe têkoşînê hîn bi çalak bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di çarçoveya wezîfedarkirinê de careke din berê xwe da karên nava bajaran û piştî ku demekê ev kar kir sala 2006'an careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dema ku tevlî nava refên gerîla bû ji bo Rêber Apo û felsefeya wî baştir fêhm bike, ji bo bibe milîtanekî fedaî yê têkoşîna bi pêşengiya şehîdan û ji bo li her qadê tevlî nava têkoşînê bibe beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Tevî gelek hevrêyên fedaî ji bo serxistina têkoşînê kûr bû û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bû xwedî danheviyeke girîng. Weke fermandarekî pêşeng, danheviya xwe gihand hevrêyên xwe hemûyan û bi kesayetiya xwe ya dilnizm bû cihê hurmetê li nava hevrêyên xwe. Hevrêyê me Karker ku ji her alî ve fermandarekî fedaî bû, li cihê ku pêwîstî pê hebû bêteredût berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Ji Rojava heta Şengalê li her devera ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî gelê me kir, wezîfe kir û li van qadan bi ked û fedekariyeke mezin têkoşiya, di şikandina faşîzma DAÎŞ'ê de bû xwedî hewldaneke girîng. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê hate têkbirin vê carê ji bo armanceke hîn mezintir berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Şehadeta gelek hevrêyên pê re têkoşîn meşand, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me û dewamkirina tecrîda li ser Rêber Apo ku hinceta me ya hebûnê ye, daxwaza hevrêyê me Karker a ji bo têkoşîna li Bakurê Kurdistanê xurtir kir. Li ser vê bingehê sala 2018'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû, li vê qadê di nava şert û mercên herî giran de kar kir û ji aliyê gel ve hate hezkirin. Bi hesreta ji bo Rêbertî, bi dilsoziya ji bo hevrêyên xwe her kar bi rengekî serketî bi cih anî û bi erka pêşengiyê rabû.

XEBAT ÇEKDAR

Hevrêyê me Xebat li Wanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber van taybetmendiyên malbatê bi heman hişmendiyê mezin bû û di her şert û mercî de cewhera xwe parast. Hîn di temenê biçûkanî de bala wî çû ser bûyer û pêşketinan û bi pêşketinên partiya me yên salên 1990'î hesiya, bêhtir ji gerîla hez kir. Hevrêyê me Xebat heta dema ciwantiyê ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike çû metropolan û li van deveran rastiya dijmin bêhtir fêhm kir. Bi taybetî bi polîtîkayên zirav ên dijmin hesiya ku ji bo qirkirina gelê me dimeşîne, lewma jî ji bo têkoşînê kete nava lêgerînan. Xwest ku di encama van lêgerînan de tevlî nava gerîla bibe ku daxwaza wî ya zarokatî bû û ji bo vê gavên pêwîst avêt. Hevrêyê me Xebat ku ji bo azadiya gelê me cudahî nexist navbera ti wezîfeyê, demekê li nava karên qada civakî ma. Bi serketinên di karê xwe de timî li pêş bû û bû milîtanekî mînak. Dîlgirtina Rêberê me û têkoşîna bêteredût a şehîdên leheng a ji bo azadiya gelê me û dayikan her cûre berdêlan, bandoreke mezin li hevrêyê me Xebat kir. Pêkanîna armancên şehîdan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji bo xwe weke deynekî dît, ji bo bicihanîna van wezîfeyan gelekî hewl da. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, jiyana komunal a gerîla û têkiliyên ehvrêtiyê bala wî kişand û kete bin bandora van herdu taybetmendiyan ku havêna partiya me PKK'ê ne. Hevrêyê me Xebat piştî ku tevlî nava gerîla bû timî li ser qada leşkerî kûr bû, di têgihiştina taktîkên şer de û bicihanîna wan de zehmetî nekişand. Bi taybetî piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin, tevlî komên destpêkê yên gerîla bû ku bi hawara gelê me yê Êzidî ve çûn û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Piştre careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi dersên ji Berxwedana Xwerêveberiyê derxistî, xwest li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne. Bi taybetî xwest tola Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Tûnçan, Sêvê û Pakîzeyan hilîne ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de fedakariyên mezin kirin û serî li ber dijmin netewandin. Bi kûrbûneke bi vî rengî çû Bakurê kurdistanê û bi fedekariyeke mezin tevlî kar bû. Di gelek çalakiyan de yên li dijî dijmin bi berpirsyariyên girîng rabû, mafê dema azadiyê ya heyî bi rengê herî baş da. Bi dilgermî, jidilbûn û dilsoziya bi hevrêtiyê re hevrêyê me Xebat ji bo me bû milîtanekî bi mînak. Di têkoşîna xwe de em ê timî xwedî li hevrêyê xwe Xebat derkevin.

ARMANC SÊRT

Hevalê me Armanc Sêrt bi eslê xwe ji Sêrtê ye û malbata wî ji ber zextên dijmin neçar maye koçî metrepolan bike. Heval Armanc li Stenboê ji dayik bûye ligel ku li dûrî Kurdistanê mezin bûye jî, girêdayî çanda Kurd maye. Bala heval Armanc her dem li ser şerê li Kurdistnê bûye û fêm kiriye divê li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin bihistyar be. Heval Armanc li ser vî esasî tevlî nav xebatên ciwanan bûye û ligel ku demeke kurt di nav xebatan de maye, encameke baş stendiye. Ji bo ku gelek ciwan hay ji xwe hebin û tevlî nav refên gerîlayan bibe, wî kedeke mezin daye. Ew bi xwe jî tevlî nav refên gerîlayan bûye û mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih aniye. Dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye xwestiye bibe xwediyê jiyana watedar û li ser esasî wî xwe di her aliyî de perwerde kiriye. Heftanîn û Metîna di serî de li gelek qadên Başûrê Kurdistanê maye û piştre derbasî qada Botanê bûye. Ji bo parastina nirxên ku Rêbertiya me û şehîdên me yên qehreman biparêze, ketiye nav hewldanên mezin. Wî xwe her dem li hemberî hevalên şehîd deyndar dîtiye û girêdayî bîranîna wan maye. Bi enerjiya xwe ji bo hemû hevalên li dora xwe bûye çavkaniya îlhamê û li her ciha ku maye wî serkeftin ji xwe re kiriye armanc. Wî li ser xeta heval Alî Çîçek ê ku Stêrka Sor a partiya me ye dest bi têkoşîna azadiyê kiriye û ev têkoşîn li ser xeteke fedaî domandiye, li hemberî dijmin şerekî fedaî kiriye û şehîd bûye. Heval Armanc wê ji bo me rêhevalan bibe meşaleya azadiyê.

DESTIYAR HELÎN - KATO QERS

Hevalên me Destîyar û Kato di Hezîrana 2019’n de li qada Rabatê ya Dêrsimê di operasyona dijmin de derbên giran li dijmin xistine. Div ê operasyonê de gelek dagirker hatine cezakirin û her du hevalên me bi tarzeke fedaî şer kirine û taktîka şer a serdema nû bi awayekî xurt pêk anîn. Her du hevalên me wekî tîmeke biçûk xwe rêxistin kiriye û ligel êrişên giran ên dijmin bi îradeyeke xurt a Apoyî heta nefesa xwe ya dawîn şer kirine. Di 19’ê Hezîranê de dema ku êrişên dijmin zêde bûye û artêşa Tirk a dagirker encamek nestendiye, artêşa Tirk bi balefirên şer qad bomberdûman kiriye. Di bomberdûmanê de hevalê me Kato şehîd bûye û heval Destîyar jî bi giranî birîndar bûye. Dijmin di 20’ê Hezîranê de karibûye têkeve qadê û hewl daye hevala me Destîyar teslîm bistîne. Heval Destîyar xeta fermandara me ya fedaî Zîlan ji xwe re kiriye esas û li hemberî banga dijmin bombeya xwe di xwe de teqandiye. Wê dîsa nîşanî dijmin daye ku milîtanên fedaî yên Apoyî tu carî  teslîmî dijmin nabe. Hevalên me Kato û Destîyar ên ku xeta fedaîtî ya PKK’ê domandine, ji bo hemû hevalên xwe bûne xeta têkoşînê û pûsûleya jiyanê.

Malbatên hêja yên hevalên me Karker, Xebat, Armanc, Destîyar û Kato yên ku girêdayîna xwe ya bi Rêbertî, şehîdên me û gelê me bi hezkirineke mezin nîşan dane di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.