HPG: Şehîdên Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan

HPG’ê şehîdên Katoyê bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayê Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dan, bi qehremanî şer kirin û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin, afirandine.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê 5 gerîlayên di sala 2017’an de li Katoyê şehîd bûne daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di meha Nîsanê ya sala 2017’an de artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Kato ya Elkê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de li hemberî dagirkeran şer hate kirin û di vî şerî de hevalên me Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne.Em di salvegera şehadeta hevalên xwe yên şehîd de, wan bi bîr tînin û em sozê didin ku em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Raperîn Amed
Nav paşnav: Aysel Oyûnlû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hasret-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Rûken Gever
Nav paşnav: Lalîhan Aslan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şîrîn-Hadî
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Barîn Şîlan
Nav paşnav: Şemsê Alî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav. Sedîka-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Avaşîn Çirav
Nav paşnav: Serhildan Erdem
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Sureyya-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

Nasnav: Zinarîn Arjîn
Nav paşnav: Pelda Akdag
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2017 / Kato Jîrka

RAPERÎN AMED

Heval Raperîn li gundê Çemê Alîka ya Licêya Amedê ji dayik bûye û ev gund li Licê yek ji gundê herî welatparêz e. Dijmin gelek caran li ser gundê Çemê Alîka zilm kiriye, ev gund şewitandiye lê gund tu carî dev ji helwesta xwe bernedaye. Ji nav gundê Çemê Alîka gelek şehîd, milîtan û fermandarên wekî Felat, Ferhat, Sîdar û Dîcleyan rabûne. Heval Raperîn jî di gundekî wisa de mezin bûye, her ku wê jiyan nas kiriye wê rastiya dijminê faşîst a ku li ser gelê Kurd qirkirinê dike dîtiye û wê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye. Bi van hest û ramanan di sala 2004’an de li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Heval Raperîn li hemberî vê pêvajoya tasfiyeyê jî tevlêbûneke xurt çêkiriye. Wê bi paradîgma û parêznameyên Rêbertî xwe perwerde kiriye, xwe li ser xeta rêhevaltiya PKK’ê û xeta Apoyî kûr kiriye û her dem hewl daye tevlêbûna xwe mezin bike. Diyar kiriye ku armanca wê ya herî mezin ev e ku bibe milîtaneke heqîqî ya PKK’ê. Li ser vî esasî wê ji Zapê heta Zagrosê, ji Qendîlê heta Heftanînê li gelek qadan têkoşiyaye û tecrubeyeke mezin wergirtiye. Di vê pêvajoyê de li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwede bûye û hewl daye bibe fermandareke xurt a YJA Starê. Ew pênc salan di nav xebatên Biryargeha Navendî de xebitiye û her peywira xwe bi cih aniye. Piştî perwerdehiya navendî ya partiya me jî wê pêşniyaz kiriye biçe li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike û derbasî qada Botanê bûye. Li vê derê zûzûka ketiye nav pratîkê û peywir stendiye. Wê pîvanên PAJK’ê di şexsê xwe de bi awayekî xurt temsîl kiriye. Di bihara 2017’an de dema ku dijmin li ser Çiyayê Kato ya Elkê operasyonek daye destpêkirin. Di van şeran de heval Raperîn helwesteke fedaiyane nîşan daye û ji hevalên xwe re fermandarî kiriye. Di vê berxwedanê de ya ku bi rojan domiya tevî 4 hevalên xwe yên jin şehîd bûye. Heval Raperîn bûye keseke wisa ku gelê me yê Çemê Alîka û Licê di serî de, wê gelê me yê Kurdistanê jê serbilind be. 

RÛKEN GEVER

Heval Rûken li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata wê ji eşîra Gewda ya welatparêz e û  jiyaneke li ser xeta welatparêziyê esas girtine, heval Rûken jî di zaroktî de tevgera azadiyê nas kiriye. Ligel ku di dema dibistanên dewletê de xwendekareke serkeftî bû jî di nav pergala asîmîlasyonîst de nakokiyên wê yên mezin çêbûne. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd di zindanê de bûye û di nav têkoşîna azadiyê de şehadet pêk tê, vî tiştî bandoreke mezin li ser heval Rûken kiriye. Heval Rûken wekî ciwaneke li ser xeta xeyalên xwe di sala 2012’an e li Wanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji bo ku ew layiqî keda Rêber Apo ya wekî behrê be, hewldaneke mezin daye. Li qadên Garê û Heftanînê pratîk kiriye, li van deran hînî gerîlatiyê bûye û di hunera şer de xwe perwerde kiriye. Di dibistana sûkîastê de wê perwerde dîtie û di gerîlatiya pisporî de asteke mezin bi dest xistiye. Bi vê ast û tecrubeyê xwestiye derbasî Bakur bibe û xwe li ser vî esasî amade kiriye. Di sala 2015’an de dewleta Tirk a qirker dema ku li hemberî gel û tevgera me konsepteke îmhayê daye destpêkirin, heval Rûken ji bo ku tolhildaneke dîrokî bistîne, derbasî qada Botanê bûye. Di pratîka gerîlatiya Bakur de ya ku derfet kêm e û zehmetiya wê zêde ye, tê tu tişt ji xwe re wekî astengî nedîtiye û bi fedakariyeke mezin ev astengî derbas kiriye. Wê di şer û jiyanê de bi awayekî çalak cih girtiye, berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Di salên girîng ên Şerê Gel a Şoreşgerî de ya di salên 2015, 2016 û 2017’an de bi berpirsariya fermandareke YJA Starê rola xwe bi cih aniye. Di operasyona sala 2017’an de ya li Katoyê bi berxwedana xwe destan nivisandiye, piştî şerekî fedakarî şehîd bûye. 

BARÎN ŞÎLAN

Heval Barîn li Kobanê ji dayik bûye û di nav çandeke welatparêz de mezin bûye. Şerê li çiyayên Kurdistanê û berxwedana li Îmraliyê ya Rêber Apo bandoreke mezin li ser heval Barîn kiriye. Wê heval Êrîş û Andok ên ku di sala 2012’an de wekî endamên nemir ên Tabûra Nemir çalakiyên fedaî kiribûn nas kiriye û vê naskirinê bandor li ser heval Barîn çêkiriye. Heval Barîn di sala 2012’an de biryarê dide ku tevlî nav refên gerîlayan bibe û xwe digihîne çiyayên Kurdistanê. Wê li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirandiye û xwe li ser xeta Apoyî perwerde kiriye. Ji Garê heta Qendîlê, ji Mexmûr û Kerkûkê heta Zapê li gelek qadan têkoşiya. Di sala 2015’an de li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde bûye û li ser xeta heval Bêrîtan a ku fermandara me ya nemir e , wê wekî jineke Kurd a azad xwe perwerde kiriye. Di sala 2016’an de berê xwe ya Bakurê Kurdistanê û derbasî qada Botanê bûye. Wê gotina Rêbertî ‘Jinên ji min hez dikin bila berê xwe bidin Botanê’ ji xwe re kiriye esas û hewl daye li Botanê vê derfeta gerîlabûnê baş binirxîne. Wê bi rêhevaltî, dilsozî û coşa xwe ya jiyanê bûye sedema ku hevalên wê jê hez bikin. Di bihara 2017’an de jî bi berxwedana xwe bûye yek ji jinên Kurd ên destan nivîsandiye û şehîd bûye.

AVAŞÎN ÇIRAV

Heval Avaşîn li navçeya Dihê ya ku Pêngava15’ê Tebaxê lê dest pê kiriye, ji dayik bûye û malbata wê ya welatparêz navê Serhildanê daye wê. Ew li berpalên çiyayên Çiravê di nav malbateke welatparêz de meizn bûye. Wê qalibên civaka kevneşopî daye wê derbas kiriye û wekî jineke Kurd a ruhazad zû mezin bûye. Dewleta Tirk a dagirker li ser malbata wê zilmeke meizn kiriye, bavê wê xistine zindanê û malbata wê mexdûr kiriye. Lê malbata wê tu carî stûyê xwe li ber dijmin xwar nekiriye û ligel her tiştî rûmet û helwesta xwe parastiye. Vê helwesta dijmin hêrsa heval Avaşîn a li hemberî dijmin zêde kiriye. Heval Avaşîn bi van gotinan qala tevlêbûna xwe ya nav partiyê kiribû ‘Sedema tevlêbûna min ev e ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd zextan dike û Kurdan di nav pergala xwe de wekî koleyan dixebitîne. Lê tişta herî bandor li min kir jî şerê li Kobanê bû. Di şerê Kobanê de gel û şervanan bi qehremanî şer dikirin. Min xwest dewleta Tirk a dagirker min asîmîle neke, min tevlî nav pergala xwe neke.Di heman demê de min nehişt ku xwîna gerîlayên me yên şehîd li erdê bimîne.’ Li ser vî esasî heval Avaşîn di sala 2014’an de li Botanê tevlî nav refên gerîlayan dibe, li Bestayê perwerdehiya şervanên nû dibîne û piştre derbasî qada Katoyê dibe. Li Katoyê gerîlatiyê hîn dibe û di sala 2015’an de li dibistana operasyonê perwerdehiya pisporiya leşkerî dibîne. Demekê di nav tîmên gerok de têdikoşe û piştre dîsa derbasî qada Katoyê dibe. Di bihara 2017’an de dema ku dijmin êrişî Katoyê dike ew jî tevlî hevalên xwe li hemberî dijmin şer dike û şehîd dibe. 

ZINARÎN ARJÎN

Heval Zinarîn li Farqînê ji dayik dibe û di nav malbataeke welatparêz de mezin dibe.Farqînê gelek zarokên xwe yên hêja daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û di serhildanan de rolên girîng lîstiye. Heval Zinarîn jî wekî her ciwanên Kurd li hemberî pergala dewleta Tirk a qirker bi hêrs mezin bûye û li hemberî polîtîkayên asîmîasyonê yên pergalê rabûye. Ji bo ku tevlî nav têkoşîna azadiyê bibe, her dem di nav lêgerînan de bûye. Wê vê xeyala xwe bi tenê mezin nekiriye û hewl daye xwişkên xwe û merivên xwe jî tevlî nav refên gerîlayan bike. Di sala 2015’an de ji heman malbatê 3 kes tevlî nav refên gerîlayan bûne. Heval Zinarîn li ser esasê girêdayîna bi Rêber Apo li Botanê dest bi jiyana şoreşgerî kiriye. Di nav tîmên gerok ên xweser ên hevalên jin de cih girtiye û li gelek qadên Botanê geriyaye. Wê li her qada Bestayê xebat meşandiye, di çalakiyan û xebatên amadekirina çalakiyan de  rola xwe bi cih aniye. Di sala 2016’an de di êrişeke dijmin de birîndar bûye û li ba wê 5 hevalên wê şehîd bûne. Piştî vê êrişî girêdayîna wê bi şehîdan û hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêde bûye. Wê ji tiştên hatine serê wê tecrubeyên mezin derxistiye û kesayetiya xwe ya leşkerî xurttir kiriye. Di bihara 2017’an de dema ku dijmin operasyoneke dagirker daye destpêkirin heval Zinarîn jî hesap ji dijmin xwestiye û piştî şerekî qehremanî şehîd bûye. Wê helwest, tevlêbûn û şehadeta heval Zinarîn ciwanên Amedê di serî de ji bo hemû  ciwanên Kurdistanê bibe mînak.

Milîtanên jin ên wêrek heval Raperîn, Rûken, Barîn, Avaşîn û Zinarîn li çiyayên Katoyê berxwedaneke destanî nîşan dane, bi qehremanî şer kirine û têkoşîneke ku em ê her tim pê serbilind bin ava kirine. Vê berxwedana dîrokî wê  tevgera azadiyê ya jinan, artêşa me ya jinan û têkoşîna jinên azad mezin bike û wê me teqez bigihîne serfiraziyê.

Malbatên hêja yên hevalên me yên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû jinên Kurd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”