HPG: Şehîdên Botan û Amanosê bîrdariya berxwedanê ne

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Botan û Amanosê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Her yek ji van hevrêyên me bîrdariya berxwedanê ne. Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên hêja yên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên par şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Sîstema faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de bi ser bikeve, hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne û bi rengekî topyekûn êrîşî tevgera me ya azadiyê û gelê me dike. Lê belê li dijî mêtîngeriya ku dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ji holê rake, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedayî şer dikin, li qada Kurdistan û Tirkiyeyê asteke girîng a têkoşînê afirandine û êrîşên dijmin têk birine. Di nava vê têkoşînê de hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend di Adara 2018'an de li herêmên Botan û Amanosê şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ev hevrêyên me yên hêja, her yek ji wan ji herêmeke cuda ya Kurdistanê bi şiyara 'Rêberê azad, Kurdistana azad' tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûn û têkoşîneke mezin meşandin. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust, her tim hewl dan li ser xeta Rêbertî bi rengekî rast bimeşin. Hevrêyên me Diyar, Rûhat, Derwêş, Ferhat, Hakî û Siyabend ku neferên leheng ên gelê me ne û li refên herî pêş li dijî dijmin şer kirin, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û ji hevrêyên xwe re bibin mînak.

Her yek ji van hevrêyên me bîrdariya berxwedanê ne. Em careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku wan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin."

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Diyar Gabar
Nav paşnav: Mahsûm Îlhan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatim-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2018'an/Gabar

***

Nasnav: Rûhat Cûdî
Nav paşnav: Enes Çabek
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Melek-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Adara 2018'an/Gabar

***

Nasnav: Derwêş Agît
Nav paşnav: Qasim Huseyîn
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Kelîme-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

***

Nasnav: Ferhat Sîîrt
Nav paşnav: Necmettîn Kûtûm
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Saadet-Şukru
Dem û cihê şahedetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

***

Nasnav: Hakî Têkoşer
Nav paşnav: Suleyman Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Fatma-Mehmer
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos

***

Nasnav: Siyabend Serhat
Nav paşnav: Tanjû Demîr
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Aliye-Cezmî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2018'an/Amanos