HPG: Êrişa dagirkeran a li ser tunelên şer hate şikandin

Artêşa Tirk a dagirker li Avaşînê êriş bir ser tunelên şer. Di encama berxwedana xurt a gerîla de dagirker neçar man xwe vekişînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Agahiyên berfireh ên daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

21'ê Tîrmehê saet di 17:45'an û 22'ê Tîrmehê saet di 16:30'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî derb li du hedefên diyarkirî hate xistin.

22'ê Tîrmehê li qada Girê Sor, hêzên me ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin ên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve bên. Dagirkerên ku derb xwarin bi qedemeyekê xwe vekişandin.

23'ê Tîrmehê saet di 09:00 û 09:40'î de li qada Girê Sor, dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin. Hêzên me ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

22'ê Tîrmehê saet di 09:14'an gundê Bêbadê yê nehiya Çemankê bi balafirên şer hate bombekirin. Di encama bombardûmanê de xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû û agir bi qada daristanî ya li derdora gund ket.

22'ê Tîrmehê saet di navbera 22:50-00:10'an de helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li ser qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Spî û Girê Silêman ên herêma Avaşînê geriyan û qada Stûna bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

22'ê Tîrmehê saet di navbera 23:10-00:20'î de bi helîkopterên êrişê qada Tîpa T a herêma Zapê hate bombekirin.

22'ê Tîrmehê saet di 04:30'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi gazên jehrî û teqemeniyan êriş bir ser tunelên şer ên li qada Girê Sor.

23'ê Tîrmehê ji saet 09:40'î û pê ve tunelên şer ên li qada Girê Sor a herêma Avaşînê bi çekên giran têne bombekirin.

Di van êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye."