HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke Kîrpî hate îmhakirin

Li Geverê, li dijî 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî, gerîla çalakiya sabotajê kir. Di encamê de wesayiteke Kîrpî bi temamî îmha bû, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji bo hilanîna tola Îbrahîm Hesen ê Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

16'ê Tebaxê saet di 12:00 û 17:30'î de bi çekên giran 2 caran derb li dagirkerên li qada Girê Kato hate xistin. Di her du çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin, bi serketî li wan hate xistin.

Sibeha 16'ê Tebaxê li dijî dagirkerên ku li Geliyê Girê Azad tevdigeriyan, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

16'ê Tebaxê saet di 23:30'î de hêzên me li du helîkopterên êrişê xistin ku dixwest bombeyan li qada Stûnê ya Avaşînê bibarînin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

16'ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî ku ji Qereqola Wargenima diçû gundê Kendalokê ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin û kontrolkirin. Saet di 06:45'an li dijî wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de wesayita bi tîpa Kîrpî bi temamî hate îmhakirin, bi zelalî 9 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakiya serketî ku bi rêbaza gerîlayê profesyonel ji aliyê hêzên me ve hate kirin, ji bo hilanîna tola welatparêzê me yê hêja yê ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hesen pêk hat, ku Hesen li gundê Dêşîşê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû şehîdxistin.

Li herêmên Avaşîn û Zapê;

16'ê Tebaxê saet di navbera 21:10-00:00 de li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Banista, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter geriyan.

16'ê Teabaxê danê sibehê û 17'ê Tebaxê saet di 08:30'î de tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran û teqemeniyan hatin bombekirin.

16'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-15:30'î de û 17'ê Tebaxê saet di 06:00 li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 2 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

16'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-23:00 de li qada Werxelê bi helîkopterên êrişê û teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin. Her wiha liv û tevgereke berfireh a droneyan li ser herêmê dewam dike.

Ji ber bombardûmana bi obus û hawanan a artêşa Tirk a dagirker a ji qereqolên li ser sînorê qada Stûnê, şewata li herêmê derketiye dewam dike.

16'ê Tebaxê saet di navbera 21:15-23:00 de li herêma Zapê bi helîkopterên êrişê bombe li qada Tîpa T hate barandin.

12'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-00:00 de l herêma Heftanînê helîkopterên êrişê bombe li derdora gundê Banîkê barandin.

16'ê Tebaxê saet di navbera 20:00-01:00 de li qada Qaşûrayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî bi helîkopterên êrişê û obusan bombe li derdora gundên Kêste, Hirorê û Girê Zendûrayê hatin barandin. Bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl kir.

16'ê Tebaxê saet di navbera 13:50-13:55'an de li herêm Garê balafirên şer 2 caran bombe li qada Kafyayê barandin."