HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Berxwedana bi rûmet a gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker dewam dike. Hêzên me yên ku di bin pêşengiya tîmên me yên gerok de şêwe û taktîkên serdema nû ya gerîla bi awayekî serkeftî pêk tînin, derbên giran li dagirkeran dixin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

9 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 çeper û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran Qadên Berxwedanê bi obus, tank, hawan û çekên giran bombebaran kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;

17’ê Mijdarê saet 08:15’an li herêma Tirwaniş a Metîna li Girê Şehîd Elî li dijî dagirkeran ji aliyê tîmên me yên gerok ve çalakiyeke bi vedizînê hate lidarxistin. Ev dagirkerên ku bi armanca dagirkirina Girê Sor xebatên çêkirina rê dikirin, bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla ji her du milan ve hatin gulebarankirin. Milê yekem ê çalakiyê bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve li 2 konan xistin. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker ku 1 jê rayedar birîndar bûn û 2 kon hatin rûxandin. Milê çalakiyê yê  duyemîn; bi awayekî bandor li 2 çeperên ku 4 dagirker tê bûn, dan. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin û 2 çeper jî hatin rûxandin. Her wiha hêzên me li qadê bi çekên ferdî li dagirkeran dane, di encamê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di vê çalakiya ku di pêşengiya tîmên me yên gerok de bi ruhekî bilind ê êrîşê û şêwazeke encamdayî hate lidarxistin de 9 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 çeper û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

17’ê Mijdarê saet 15:10’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 17’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, Çemço û Sîda bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Di 17’ê Mijdarê de jî dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço bi kepçeyan hilweşîne.”