HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla de 7 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin. HPG'ê her wiha ragihand ku nûçeya medya şerê taybet a Tirk ku îdîa dike, li Mexmûrê operasyoneke taybet kirine, derew e û got, ev herdu kes beriya niha xiyanet kiribûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin û sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi çekên kîmyewî û madeyên sotebar, 8 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir. Her wiha hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi kepçeyan hilweşîne."

Di daxuyania HPG'ê de li ser berfirehiya êrîşan û çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

13'ê Îlonê saet di 19:00 de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran derb li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Aryen xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

12'ê Îlonê li qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirkerên li qadê xistin bin kontrola xwe. Saet di 08:30'î de bi sabotajê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgreî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

13'ê Îlonê saet di 17:30'î li sîstemeka kamera ya mobesse ya li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatibû bicihkirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.

13'ê Îlonê saet di 17:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer.

13'ê Îlonê saet di 20:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

13'ê Îlonê dagirkeran 2 caran bi droneyan bombe li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê barandin.

13'ê Îlonê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Çemço û Şikefta Birîndara 3 caran bi bombeyên qedexekirî yên dijwar û bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

13'ê Îlonê saet di 14:30 û 15:30'î de dagirkeran li Qada Bexwedanê ya Şehîd Fedakar 2 caran bi madeyên sotebar agir berdan tunelên şer ên li qada Şehîd Bahoz.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Sîda û Çemço 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Îlonê Qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

13'ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 20 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

13 û 14'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Sîdayê bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin.

13'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan tunel û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hilweşîne.

13'ê Îlonê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriya.

NÛÇEYÊN MEDYA ŞERÊ TAYBET BI TEMAMÎ BÊBINGEH IN

Dewleta Tirk a dagirker ku di operasyona xwe ya dagirkeriyê de ya 14'ê Nîsanê da destpêkirin encama dixwest bi dest nexistiye, li gel êrîşên bêexlaq û neqanûnî, derbên giran ji hêzên me dixwe. Lê belê medya şerê taybet a dewleta Tirk ji destpêkê ve bi nûçeyên sexte yên li ser maseyê hatine amadekirin hewl dide raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne, pesnê MÎT'ê bide û derbên ku artêşa Tirk a dagirker ji gerîla dixwe ji rojevê bixîne. Li ser vê bingehê ji aliyê medya şerê taybet ve hate îdîakirin ku du kesên bi navê Hatîp û Arîa PKK'î ne û ji aliyê MÎT'ê ve ji Mexmûrê bi operasyoneke taybet hatine girtin. Ev agahiyên têne îdîakirin hemû bêbingeh in. Kesên bi navê Hatîp û Arîa dema ku li nava refên me bûn meha Tîrmehê xiyanet kirin, reviyan û piştre jî bi şêweyekî radestî dewleta Tirk hatine kirin."