Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li rojhilat û rojavayê Zapê çalakiyên xurt ên li dijî dagirkeran dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran dixwe û windahiyan dide, bi rengekî giran bombardûmanê li ser qadên berxwedanê dike. Di heman demê de sûcên şer dike û careke din bi bombeyên taktîk nukleer êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê kir."
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk bi vî rengî ne:
"Li herêma Zapê;
23'ê Tîrmehê saet di 07:40'î de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karker bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiya serdegirtinê hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên giran li dagirkerên li hundirê kamelyayê xist. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Qada Berxwedanê saet di 09:00 de bi helîkoptera êrîşê hate bombekirin, piştre jî bi helîkopterên Skorsky dagirkeran mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.
Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
26'ê Tîrmehê saet di 10:10'an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger çalakî kirin û pêşî li liv û tevgera dagirkeran girtin.
26'ê Tîrmehê saet di 12:20'î de bi çekên giran derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
26'ê Tîrmehê saet di 13:20'î de li dijî dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava liv û tevgerê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran ji du baskan ve çalakî hate kirin, tevgera dagirkeran hate rawestandin.
26'ê Tîrmehê saet di 14:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji du baskan ve bi çekên nîv otomatîk û çekên giran derb li dagirkeran hate xistin, tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
26'ê Tîrmehê saet di 19:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera wan hate rawestandin.
27'ê Tîrmehê ji saet 01:15 heta 03:00 li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran hebû. Helîkoptereke Skorsky dema hewl dida hêzên xwe li qadê dayne, bi çekên giran ji hêzên me derb xwar. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer;
26'ê Tîrmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, çeperên me carekê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
26 û 27'ê Tîrmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 12 caran bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin."