HPG: 6 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlaya azadiya Kurdistanê de yek jê payebilind 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Di çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind 6 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 26 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 5 caran bi balefirên şer, 74 caran jî bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 29’ê Îlonê de saet di 10.00 û 16.00’an de hêzên me bi çekên giran du caran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 12.00’a de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

Di 29’ê Îlonê de saet di 14.30’an de tîmên me yên gerok bi sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê xistine. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
Di 29’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Tîmên me yên gerok di 24, 25, 26, 27 û 28’ê Îlonê de li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 29’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Aryen a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 10 caran hatiye bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên şîddeta wan zêde 16 caran hatine bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, plastîk û tekerên wesayîtan şewitandine û dûmana jehrî bi ser çeperên şer ve şandiye.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 27, 29 û 30’ê Îlonê de qadên Kanîsarkê û Meyrokê yên Garê, Girê Amêdiyê û qada Sinînê bi balefirên şer 5 caran hatiye bombekirin.

Di 29’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê 74 caran bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.

Di 9’ê Îlonê de li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê dron geriyane.

Di 29’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan caran bi obusan hatiye bombekirin.

ÊRÎŞA BI FUZEYAN  LI SER QENDÎLÊ HATE KIRIN

Di 28’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi 3 fuzeyan êrîşî berpalên Girê Savaş a Qendîlê hate kirin.

BOMBERDÛMANA ÎRANÊ

Di 25, 26, 27, 28 û 29’ê Îlonê de qadên Goşînê, Girê Berbizinê, Helgurt, Girê Rostê û Hornê yên Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hate bombekirin.

Di 28’ê Îlonê de saet di 08.50’an de qada Girê Berbizinê ya Xakurkê ji aliyê balefirên hewayî yên bêmirov ên hêzên Îranê hate bombekirin.”