HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek A-4 hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek ji çeka A-4 û mobesseyek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî da:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek A-4 û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin. Her wiha hêzên me droneyeke ku îmha kiribûn û 20 kîlo teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, desteser kirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên qedexekirî, 32 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

28'ê Mijdarê saet di 16:00 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgreî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

26'ê Mijdarê saet di 11:10'ên de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de çeperek ji çeka A-4 îmha kirin.

28'ê Mijdarê saet di 04:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sîstemeke kamera ya mobesse ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.

28'ê Mijdarê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger dest li dagirkeran werdan ku dixwestin bi teqemeniyan bombeyan li çeperên şer bibarînin. Dagirker piştî vê destwerdanê neçar man vekişin. 20 kîlo teqemeniya dagirkeran jî ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

28'ê Mijdarê saet di 13:00 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

28'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin. Hêzên me dest danîn ser vê droneyê.

28'ê Mijdarê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

28'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs 4 caran, çeperên şer ên li Şehîd Çekdar jî 3 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Cûdî û Girê Amediyê 32 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

28'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."