HPG: 30 çalakî hatin kirin, 7 dagirker hatin cezakirin -HATE NÛKIRIN

HPG: Hêzên me bi performansa şer a bilind ji êrîşê heta bi sekvaniyê, ji sabotajê heta bi çekên giran û çalakiyên koordîneyî bi gelek rê û rêbazan 30 çalakî bi hostatî kirin. Di encamê de 7 dagirker hatin cezakirin, derb li 11 çeperan hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Hêzên me bi rêbaza şerê tîm ê profesyonel bênavber derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Hêzên me bi performansa şer a bilind ji êrîşê heta bi sekvaniyê, ji sabotajê heta bi çekên giran û çalakiyên koordîneyî bi gelek rê û rêbazan 30 çalakî bi hostatî kirin. Di encamê de 7 dagirker hatin cezakirin, derb li 11 çeperan hate xistin. Artêşa Tirk bi bombardûmana giran a ji hewayî û bejahî ve hewl da li Qadên Berxwedanê bi cih bibe. Bi çalakiyên gerîla yên bi bandor pêşî lê hate girtin."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran bi vî rengî ne:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

12'ê Îlonê saet di 07:30, 08:10, 09:10, 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 4 çeperan hate xistin.

12'ê Îlonê saet di 14:00 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

12'ê Îlonê saet di 17:00 û 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin.

12'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

12'ê Îlonê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

13'ê Îlonê saet di 00:20 û 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê 7 caran bi çekên giran dest li helîkopteran werdan ku hewl didan hêzên xwe li qadê deynin.

13'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

12'ê Îlonê saet di 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên hewl didan li qadê bi cih bibin 6 caran bi çekên giran çalakî hate kirin.

12'ê Îlonê saet di 09:00 de li hemberî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin bi sekvaniyê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

12'ê Îlonê saet di 11:30 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl dida li qadê bi cih bibin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

12'ê Îlonê saet di 17:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin, bi taktîka gerîla ya koordîneyî ji du baskan ve çalakiya êrîşê hate kirin. Baskê destpêkê yê êrîşê bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xist. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Baskê duyemîn ê êrîşê jî bi çekên ferdî li dagirkrean xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin. Di heman demê de bi çekên ferdî derb li komeke din a dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Zapê;

13'ê Îlonê saet di 04:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

12 û 13'ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."