HPG: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 6 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexe bomberdûman kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 6 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî bombebaran kir. Dagirkeran madeyên plastîk û lastîkên erebeyan li ber çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedana Sîda şewitandin û dûmana jehrê jî bi aspiratoran ber bi çeperên şer ve şandin. Di heman demê de dagirkeran 4 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

14’ê Mijdarê saet 06:40’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkeran dan û li vir dagirkere hate cezakirin.

14’ê Mijdarê saet 11:40’an de, dema ku dagirkerber bi çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê ve dihatin, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 14’ê Mijdarê de 3 caran tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê dan.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 14’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Sîpan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran, çeperên şer ên Şehîd Çekdar û Şehîd Yunus ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 2 caran bi bombeyên qedexe hatin bombekirin.

14’ê Mijdarê saet 16:00’an artêşa Tirk a dagirker li ber çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê madeyên plastîk û lastîkên erebeyan şewitandin û dûmana jehrê jî bi aspiratoran ber bi çeperên şer ve şandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 14’ê Mijdarê de qadên Deriyê Hirçê, Gundê Sêdarê û Dola Meranê yên Garê û Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 4 caran bi balafirên şer hatine bomberdûmankirin.

14’ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 14’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê yên Çemçoyê, Girê FM û Girê Amediye bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Di 14’ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker hewl da ku çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çempoyê bi kepçeyan hilweşîne.”