HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qadên Metîna û Zapê li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin û kepçeyek jî hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Metînayê;

Di 8’ê Îlonê de li Girê Koordîneyê du kepçeyên ku ji bo dagirkeriyê rê vedikirin bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji du aliyan ve çalakî kirine. Şaxa yekemîn ji nêz ve li kepçeyê û dagirkerê tê de dane. Di vir de operatorê kepçeyê hatiye cezakirin û kepçe hatiye îmhakirin. Şaxa duyemîn a çalakiyê jî li kepçeya din daye. Di vê lêdanê de jî kepçeyê derbe xwariye.

Di vê çalakiya hêzên me de herî kêm dagirkerek hatiye cezakirin, kepçeyek hatiye îmhakirin û derb li kepçeyekê hatiye xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Me berê diyar kiribû ku di 8’ê Îlonê de saet di 07.00’an de dema ku dagirker ji Cîloya Biçûk diçûn Girê Şehîd Sefqan hêzên me berê bi sabotajê û piştre bi çekên giran li wan dabû. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin. Ji ber çalakiyên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker di heman rojê de neçar ma ku ji Girê Şehîd Sefqan vekişe.

Qada Berxwedana Werxelê ya herêma Avaşîn;

Ji 8’ê Îlonê saet 20:00’an heta  9’ê Îlonê saet 08:30’î artêşa TC’ê Qada Berxwedanê ya Werxelê 18 caran bi teqemenî û gazên jehrî bombe kiriye. Piştî bomberdûmana 8’ê Îlonê û şûnde navbera dagirkerên xwestin ber bi Qadên Berxwedana Werxelê ve pêşve biçin, ji nêzîk ve şer rûdaye. Dagirkerên ku li ber berxwedana dîrokî ya hêzên me nekarîn bi pêş ve bên, carekî din li Qada Berxwedanê gazên jehrî bi kar aniye û bi teqemeniyan bombe kirin. Berxwedana lehengên Werxelê tevî hemû êrîşan bênavber berxwedana xwe didomîne.

Li ser qadên berxwedanê bê navber balafirên keşfê û drone digerin.

8’ê Îlonê saet 08:00’an balafirên şer derdora gundê Dergelê ya herêma Metîna bombe kiriye.

8’ê Îlonê saet navbera 22:50-00:10’î, balafirên şer li ser Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman ên Avaşîn firiyane.

8’ê Îlonê saet 22:15’an gundê Xîzan a devera Kêrê ya herêma Heftanînê bi obus û hewanan hatiye bombekirin.”