HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper hatin rûxandin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin û 7 çeper hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da:

Herêma Metînayê:

1’ê Îlonê saet 15:30’î li Qada Berxwedanê ya Girtê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Roja 1’ê Îlonê saet 08:50’î dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ve bi pêş ve biçin, bi çekên navîn ên otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

31’ê Tebaxê saet 07:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

31’ê Tebaxê saet 12:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

31’ê Tebaxê saet 16:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

31’ê Tebaxê saet 18:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

Di 31’ê Tebaxê saet 18:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî  bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

1’ê Îlonê saet 07:00 û 14:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li 2 çeperen hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

1’ê Îlonê saet 11.20 û 16.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

1’ê Îlonê saet 15:10’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.

1’ê Îlonê saet 23:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

2’ê Îlonê saet 03:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 31’ê Tebaxê de herêmên Qelatûka Qendîl, Sîrê, Kortek, Girê Roj, Şehîd Harûn û Sûredê 17 caran û herêma Zapê jî carekê, bi balafirên şer bi giştî 18 caran hat bombekirin. Dewleta Tirk di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi êrîşên bi vî rengî careke din rûyê xwe yê faşîst û mîlîtarîst nîşan da. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

DEREWÊN MEDYAYA ŞERÊ TAYBET

Têkildarî derewên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst;

Artêşa Tirk a ku li pêşberî berxwedana gerîla rastî astengiyeke taktîkî ya giran hat, encam nestend û planên wê pûç bûn, gelek caran û bi awayekî bêperwa serî li derewên şerê taybet dide. Her çiqas tu aliyekî medyaya şerê taybet a Tirk tuneye ku mirov wan ciddî bihesibÎne jî, ji bo gelê me û raya giştî haydar bibin em dixwazin hinek heqîqetan diyar bikin. Medyaya taybet a Tirk, ji ber ku ti encam û çîrokên wan ên serketinê nînin, di çapemeniyê de agahiyên şehadeta hevrêyên me yên ku me şehadeta wan ragihandiye, berevajî dikin û di çapemeniya xwe de pêşkêş dikin. Herî dawî li ser hevalê me Rêzan Botan (Rêzan Gungen) ê ku beriya niha ji aliyê me ve şehadeta wî hatibû ragihandin,gelek derew pêşkêş kirine. Lêbelê, tiştê ku ev medyaya şerê taybetî radigihîne bi tevahî derew e. Wek me berê jî behs kiribû; hevrê Rêzan û malbata wî ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst neçar man cih û warên xwe biterikînin. Hevrêyê me Rêzan bi bertekên li dijî dewleta faşîst û pêkanînên wê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me hê nû tevlî nav refên gerîla bûbû û hê perwerde jî nebûbû. Lê dewleta Tirk vê şehadetê bi awayekî berevajî nîşan dide, ev jî diyar dike ku dewleta Tirk hêviya xwe bi çi girêdaye û çiqasî nemerdane tevdigerin.”