HPG: 2 gerîlayên me di encama qezayan de şehîd bûn

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ên ku di encama qezayan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Gabar Derik û Sîpan Serhat eşkere kir ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayan de jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Kahraman Kave (Gabar Derik) û Huseyîn Open (Sîpan Serhat) di encama qezayan de jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya HPG’ê wiesa ye:

“Di meha Mijdarê ya sala borî û meha Gulanê ya îsal de li Herêmên Parastinê yên Medyayê du qeza çêbûne û hevrêyên me Sîpan û Gabar gihiştine şehadetê. Ji ber lêkolîna bûyeran, dem zêde ajotiye û ji ber vê jî em bi derengî daxuyaniyê didin. Em 2 hevrêyên xwe bi hurmetdarî bi bîr tînin.”

Nasnameya 2 gerîlayên HPG’ê yên şehîd bûne wisa ne:

Nasnav: Gabar Derik
Nav û Paşnav: Kahraman Kave
Cihê Jidayîkbûnê: Derik
Navê Dê û Bav: Reqiya-Halîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28’ê Gulanê 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav:Sîpan Serhat
Nav û Paşnav: Huseyîn Open
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Navê Dê û Bav: Şukran - Îhsan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Mijdarê 2016/ Herêmên Parastinê yên Medyayê