HPG: 17 leşkerên Tirk hatin kuştin, kontrayek hate cezakirin

Gerîlayên HPG'ê li Çelê li konvoyeke leşkerî xistin. Di vê çalakiya berfireh de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Qabilcewzê 2 leşker hatin kuştin, 4 kontra jî birîndar bûn. Li Wanê kesek hate cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 6'ê Hezîranê li ser rêya Colemêrg-Çelê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh kirin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin. Li gorî vê yekê;

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYA BERFIREH: 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 21:30'î li qada Kanî Orê ya navbera Colemêrg û Çelê, hêzên me li dijî konvoyeke leşkerî ya dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Hêzên me destpêkê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya li nava konvoyê çalakiya sabotajê kirin û wesayit bi temamî rûxandin. Ji ber bandora teqînê wesayitên din ji rê derketin û hêzên me ji cihekî nêz derb li hemû wesayitan dan. Di vê çalakiya berfireh de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li derdorê barandin. Hêzên dagirker ku li herêmê dest bi operasyonê kirin, sibeha 7'ê Hezîranê enqaza wesayitê, termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakirin. Operasyon heman rojê bi rengekî bê encam qediya.

LI QABILCEWZÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 4 KONTRA JÎ BIRÎNDAR BÛN

Artêşa TC a dagirker ev demeke li qada Qabilcewzê ya Êlihê bi desteka yekîneyên veşartî kemînan datîne. Hêzên me roja 4'ê Hezîranê li derdora gundê Sêbene yekîneyeke veşartî ya dijmin şopand. Piştî demekê, saet 19:30'î ji nêz ve li yekîneya dijmin dan. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 4 kontra jî birîdar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê dest bi operasyonê kirin û operasyon hê jî dewam dike.

KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Kesê bi navê Mûstafa Guner ku demeke dirêj bi hêzên dagirker re dixebitî û karê kontra dikir, 6'ê Hezîranê saet 23'an li qada Geliyê Masîro yê navçeya Elbak a Wanê ji aliyê hêzên me ve hate cezakirin.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 7'ê Hezîranê di navbera saet 17:00-18:00 de bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer ên Tirk derdora gundê Bêpala yê herêma Qendîlê, derdora girê Karker ê li herêma Zapê û Xakurkê bombe kirin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer, li herêma Xakurkê şewat derket."