HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û dûrbîneke lazer hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev daxuyanî da:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê fedaî li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger şer dikin, ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakiyên xwe dewam dikin. Di encama çalakiyan de 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin û dûrbîneke lazer hate desteserkirin. Tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 6 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrişên hatine kirin, wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

25'ê Hezîranê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî ve bi pêş ve biçin. Piştî şerê ku 30 deqeyan dewam kir, dagirker neçar man vekişin. Li vê derê dûrbîneke lazer a dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin. Heman rojê saet di 17:00 de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Hezîranê saet di 12:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî derb li dagirkerên li Girê Şehîd Çekdar hate xistin. Di encama derbên giran de dagirker ketin nava panîkê û li qadê belav bûn.

25'ê Hezîranê saet di 19:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkerên li dora tunelên şer ên li Girê Şehîd Akîf, tîmên me yên nîv bi tevger ji du baskan ve çalakiya serdegirtinê kirin. Baskê yekemîn bi bombeyan û çekên ferdî avêtin ser çeperekê ku 4 dagirker tê de bûn. Li vê derê 4 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin. Baskê duyemîn jî ji nêz ve li komeke ji dagirkeran xist û 3 dagirker ceza kir.

25'ê Hezîranê saet di 19:00 de li dijî dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Girê FM 5 caran bi sûîqestê çalakî hate lidarxistin û 5 dagirker hatin cezakirin.

25'ê Hezîranê saet di 19.20'î de hêzên me derb li dagirkerên li Girê Şehîd Çekdar xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

25'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tunelên şer ên li Girê Şehîd Akîf û Şehîd Zemanî 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

25'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs 12 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker Lên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

25'ê Hezîranê qada Girê Hakkarî ya Metînayê bi obusan hate bombekirin.

25'ê Hezîranê li herêma Zapê qadên Girê Amediye û Girê Bihar 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."