HPG: 10 dagirker hatin cezakirin, 4 çeper hatin îmhakirin

Di çalakiyên gerîla de yên bi tîmên bi tevger û tunelên şer hatin kirin; 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên termal, mobeseyek û 4 çeper hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Di çalakiyên hêzên me de yên tîmên bi tevger û li tunelên şer; 10 dagirker hatin cezakirin, 2 kamerayên termal, mobeseyek û 4 çeper hatin îmhakirin. Dagirkeran 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî tunelên şer kirin. Qadên berxwedanê jî 8 caran bi balafiran, 19 caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."

Di daxuyaniyê de li ser êrişan û çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

"LI HERÊMA ZAPÊ;

14'ê Hezîranê saet di 18:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn li dijî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li Şehîd Hewrê bikin, bi sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirker neçar man bi gavekê xwe vekişînin.

15'ê Hezîranê saet di 00:20 û 02:20'î de li Qada Berxwedanê ya Karker bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyên serketî yên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

14'ê Hezîranê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

15'ê Hezîranê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, çepereke dagirkeran bi temamî hate îmhakirin.

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

14'ê Hezîranê saet di 04:35'an de li herêma Mervanosê li dijî dagirkerên li qada Girê Kanî Biyê çalakiya bi koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Destpêkê li çepereke çeka A4 hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeka A4 û çeper bi temamî hatin îmhakirin. Piştre jî li çepereke dagirkeran hate xistin ku 3 dagirker û kamerayeke termal lê bûn. Li vir jî 3 dagirker hatin cezakirin, sîstema kamera termal û çeperek hatin îmhakirin. Her wiha sîstemeke kamera ya mobesse, sîstemeke kamera ya termal û çepereke din jî hatin îmhakirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKER

Êriş ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirine;

Di 14’ê Hezîranê de saet di 14.30’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan carekê bombe kiriye.

Di 14’ê Hezîranê de saet di 15.15 û 16.05’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karkerê bi teqemeniyan 2 caran bombe kiriye.

Di 14’ê Hezîranê de tunelên şer ên Şehîd Hewrê ya li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 17 caran bombe kiriye. 

Di 15’ê Hezîranê de saet di 07.00’an de dagirkeran dema ku xwestine nêzî tunelên şer ên Şehîd Zemanî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bibin, hêzên me li dagirkeran dan. Dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Piştre bi çekên kîmyewî yên dûmana wê belek û bêhna deterjan (tûrsîl) tunelên şer bomberdûman kiriye. 

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê û balefirên şer kiriye,

Di 14’ê Hezîranê de qadên Girê Cûdî, Werxelê, Saca û Çemço û qada Çiravê ya girêdayî herêma Garê bi balefiran 8 caran hatine bomberdûmankirin. 

Di 13 û 14’ê Hezîranê de Girê FM, Girê Cûdî, Girê Hekarî û Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi helîkopteran 19 caran hatiye bomberdûmankirin.

Di 14 û 15’ê Hezîranê de Girê Amediyê, Girê Cûdî û Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi obusan hatiye bomberdûmankirin.”