Hozat: Peyama Rêber Apo ji bo hêzên demokrasiyê ye

Besê Hozat: Di hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin, peyamên pir bi hêz ên ji bo beşên demokratîk hene. Divê hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bi vê peyamê têkoşînê mezintir û berxwedana antî faşîst a li dijî faşîzmê hê zêdetir mezin bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat,  li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, rojiya mirinê û hevdîtina 2’yê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Hozat bi nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

ŞEHÎDÊN GULANÊ

9’ê Gulanê salvegera şehîdbûna Şîrîn Elem Hûlî û çar hevrêyên wê ne. Ji beriya vê bi sê rojan jî salvegera darvegkirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bû. Her wiha 2’yê Gulanê salvegera Şehadeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bû. Van hemû şoreşgerên mezin weke her salê gelê me, hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê bi rêz û minet bibîr anîn. Em jî di kesayeta şehîdên Meha gulanê hemû şoreşgerên mezin, pêşengiyên şoreşa mezin bi rêzdarî û minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Salvegera Şehîdbûna Hevêr Hakî Karer jî nêz dibe. Li pêşberî bîranînên Şoreşgerê Mezin Hakî Karer ê bû sedeme avakirina PKK’ê bi rêzdarî bibîr tînim. Li ser xeta van şoreşgerên mezin têkoşîna azadiyê li Kurdistan û herêmê mezin dibe. Her diçe belav dibe. Em armancên wan gav bi gav pêk tînin. Îro ji her demê bêhtir nêzî jiyana azad û demokrasiyê dibin. Soza serketina vê dubare dikin. Hesreta herî mezin a şehîdan, şehîdên şoreşger jiyana azad û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e.

RÊBER APO DI BIN SÎSTEMEKE MEZIN A ÊŞKENCEYÊ YE

Ev 20 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke mutleq de ye. Rêber Apo di bin sîstemeke êşkenceyê ya giran a herî mezin de ye. Di bin sîstemeke qirker de ye. Tecrîd Îmralî derbaskiriye, derbasî  ser gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, gelên Herêmê û jinan bûye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelê Kurd, li ser gelan, jinan e. Rêber Apo ne kesek e, ew vîna gelekî temsîl dike. Rêberê gelekê ye.

BERXWEDANA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Niha ji bo şikandina tecrîdê 6 meh in bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên li zindanan têkoşîn û berxwedaneke mezin tê kirin. Ez vê berxwedana bi heybet a bi  pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên Zindanan hatî destpêkirin bi rêzdarî û minet silav dikim.

BERXWEDANA DAYIKA MEZIN DIBE

Li derve bi pêşengtiya dayikan gelê me li ber xwe dide. Bi rastî jî dayikên Kurd, jinên Kurd berxwedaneke bê mînak raber dikin. Sekna jina azad pir bi hêz derxistiye holê. Sekna jina rûmet, sekna jina welatparêz dayikên Kurd derxistiye holê. Berxwedanek li dorî dayikan mezin dibe, belav dibe. Berxwedana dayikan îxtabî wijdana hemû civakê dike. Dînamîkên berxwedana civakê dixe tevgerê. Ev pir girîng e. Her diçe dengê dayikên me tên bihîstin. Divê ev berxwedan bi dayikên me sînordar nemînin. Divê dayikên hemû şehîdan, dayik û gelê me yên welatparêz, beşên demokratîk, civak Tirkiye, yên li dijî faşîzmê, yên li dijî zilm, êşkence û şer hemû beşên civakê rabin ser xwe û cihên xwe di nava berxwedanê de bigirin.

FAŞÎZMEKÎ BÊ HESAM MEZIN HEYE

Divê li dijî tecrîd û sîstema li Îmraliyê tê kirin her kes di nava têkoîn û berxwedaneke mezin de bin. Ji ber ku êşkence û sîstema tecîda mutlaq a li Îmraliyê, li ser hemû gelan e jî. Em dibînin her rojê zextên mezin li ser gelê Kurd û civakên Tirkiyeyê tên kirin. Zextekî mezin heye. Faşîzmeke bê hesab mezin heye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê wisa bûye ku êdî civak nikare nefesê hilde. Niha ev sîstema tecrîdê li dixwazin li hemû Tirkiyeyê belav bikin. Ji bo vê divê her kes rabe berxwedanê.

15 GIRTIYÊN NÛ TEVLÎ ROJIYA MIRINÊ BÛN

Berxwedanekî mezin li zindanan tê kiri. Bi meha in hevrêyên me li ber xwe didin. Bedenên wan dihelin. Ev vîneke mezin e. Ev baweriyeke mezin e. Her kes nikare vîneke wiha raber bike. Ev tiştekî bi heyebet e. 10’ê Gulanê 15 hevrêyên me yên nû tevlî rojiya mirinê dibin. 30 hevrêyên me rojiya mirinê didomînin. Bi sedan bi hezaran girtî grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomîni. Li derve jî gelek kes di grevê de ne. Li Tirkiye, Kurdistan, Başûrê Kurdistan, heta gelek welatên Ewropa di grevê nbêdawî û bêdorveger de ne. Ev jî di aliyekê de rojiya mirinê ye. Bi mehan in ev hevrê li ber xwe didin. Bi mehan in ev hevrêyên me yên bi nirx, ji bo azadiyê, dmeokraî, aştiyê bedena xwe dihelînin. Ev vîneke mezin e. Ev fedakariyeke mezin e, fedayîbûne.

DIVÊ HER KES GUH BIDE VÎ DENGÎ

Divê gelê me, gelên Tirkiyeyê û hemû kesên demokratîk ên xwedî wijdan, exlaq deng bide vî dengî. Vî dengî bibihîsin. Vê vînê, vê baweriyê bibîne, hîsbike û li gorî vê bikeve tevgerê. Ev yek pir girîng e.  

HEVDÎTINA BI OCALAN RE

Desthilata AKP-MHP’ê di astekî cidî de tengijiye, ketiye zorê. Hem di hundir û hem jî ji derve ketiye zorê. Di nava krîzek û kaoseke siyasî, aborî û civakî de ye. Di encama vê tengijînê de parêzer bi Rêbertiyê re  civiyane.

DAXWAZ PÊK NEHATINE

Ev hevdîtin nayê wateya bi dawîbûna tecrîdê. Divê mijarê de daxuyanî hatin dayîn. Girtiyan daxuyanî dan. Heta dawî rêz ji wan re digirin. Gotin; ‘Daxwazên me nehatine bicihanîn’. Rast e daxwaz nehatine bicihanîn. Daxwaza girtî û berxwedêran bi temamî rakirina tecrîdê ye. Divê Rêbertiya me bi peryodîk heftane, bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Li ser vê yekê ji hevdîtinên ji heftane bigire, dîsa pêwîstiyên rojan e, çi rojname, tv, bi her awayî bikare têkilî bi derve re pêk bîne û girtina name û şandinê bên destgirtin ev yek ji aliyê Wezareta Edaletê, dîsa rayedarên desthilatê ve bi awayekî fermî ji raya giştî re bê ragihandin.

HEVDÎTIN LÎSTIKEKE

Girtiyan anî ziman ku ev hevdîtin lîstikeke ya dijmin e, armanc şikandina berxwedanê ye. Diyar kirin ku ev hevdîtin seneryoyeke ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hatiye kûrgokirin e. Em tevlî vê nirxandinê dibin. Li gorî em jî ev lîstikeke. Armanc şikandina tecrîdê ye. Vê berxwedanê di asteke cidî de desthilata faşîst xistiye nava zoriyê. Ji xwe li hundir di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Ji xwe di warê siyasî de di nava krîzê de ye. Sîstem bi xwe krîz e.

JI BO NEFES HILDIN Û BERXWEDANÊ BIŞKÎNIN KIRIN

Ji bo hinekî rehet bibin, nefes bidin û berxwedana heyî bişkînin, raya giştî manîpûle bike, çav boyax bide weke lîstîkekê 2’yê Gulanê rê da ku parêzer bi Rêbertiya me re hevdîtinekê bike. Civak di ferqa vê de ye. Berxwedêran roja yekem vê dît û daxuyaniyên xwe dan. Ev rastiyeyek, me berê jî dîtin. Ev desthilata faşîst her gava tengijî, hinek gavên taktîkî davêjin. Vê yekê berxwedêran dît, gelê me dît. Ji ber vê yekê hem li hundir hem jî li derve berxwedan didome. Ji bo derbasbûna ji tengijîn, nefes girtin, armanc şikandina berxwedan û nefes girtinê bû.  Sedemê bingehîn ê vê desthilatê ji vê gavê ev bû. Em ê vê yekê di pêvajoyên pêş de baştir bibînin. Ji ber ku heftane hevdîtinên malbat û parêzeran hene. Em vê bibînin. Eger ku ev yek pêk nehat, ji xwe wê derbikeve ku ev lîstik û gavekî ya xapandinê bû.

CIHÊ FAŞÎZIM LÊ HEYE LIHEVKIRIN, MUZAKEREYÊN DEMOKRATÎK NABE

Tirkiye bi dîktatoriyeke faşîst tê bi rê ve birin. Desthilateke faşîst û qirker niha li Tirkiyeyê heye.  Bi salan e zextê li gelên Tirkiyeyê dikin. Bendêmayîna ku ev desthilat gaveke demokratîk bavêje, ne mimkûn e. Çareserî jêkirin, lihevkirin ne mikûn e. Cihê faşîzim lê lihevkirin nabe, muzakereyên demokrasî ne mimkûn e. Cihê faşîzm lê maf, hiqûq û demokrasî ne mimkûn e. Bendêmayîna hiqûqê ya ji vê desthilatê tenê xwe xapandine, ketina xefletê ye. Xapandina herî mezin a dîrokê ye.

LI HOLÊ TI DIYALOG Û PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ NÎNE

Li holê ti pêvajoyeke ya diyalogê nîne. Li holê ti çareserî nîne. Berê jî ti pêvajoya çareseriyê nebû. Pêvajoya şerê taybet û operasyonên taybet ên AKP’ê hebûn. AKP’ê ji destpêkê ve li gorî pêwîst nêzîkî helwesta Rêbertiya me ya ji bo çareseriya pirsa Kurd ya bi rêyên çareseriya demokratîk nebû. Ji nedîtî ve hat, xwest bikar bîne. Di vê wateyê de piştî 2013’an heta 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoya dîyalogê dom kir, niyeta baş a Rêbertiya me ya ji bo aştiyeke birûmet, çareseriyeke demokratîk, baweriya bi muzakereya demokratîk û niyeta baş bû. Nêzîkatiyeke ya çareseriyê bû. Lê AKP’ê xwest ji vê sûdê bigre û bikar bîne. AKP’ê ji bo desthilata xwe xurt bike, dewletê bi dest bixe, kontrola dewletê li destê xwe bigire, rejîma xwe ya faşîst ava bike ev yek bikar anî. Ji xwe dema dît ku ev yek bi kêra wî nayê heta nikare bike wê maskeya wî bikeve dawî li vê pêvajoyê anî.

LÎSTIKÊN AKP’Ê XAPANDINA CIVAKÊ YE

Niha jî ji ber di zorê de ye, tengijiye, li ber rûxînê ye. Li hundir û derve siyaseta wê li ber hilweşînê ye, ketiye çiravê. Niha ji bo nefesê hilde, serî li rê û taktîkên nû dide. Dixwaze lîstikekê nû bilîze. Divê bi vê neyên xapandin.  Niha jî lîstikên AKP’ê li ser xapandina civakê ye. Ji bo valaderxistina vê divê bibin xwedî helwest û tevger. Rêya vê jî têkoşîn e, mezinkirin û belavkirina berxwedanê ye.

PEYAMÊN OCALAN JI BO YÊN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DI BEREYÊ DE NE

Di hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin, peyamên pir bi hêz ên ji bo beşên demokratîk hene. Nêzîkatiyên nû rûmet, aştî, muzakereyên demokratîk û çareseriyê derxist holê. Vîna vê derxist holê. Li ser vê mijarê hê zêdetir bê rawestandin, bingehek vê bê danîn, mercên ji bo vê bên amadekirin, wê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn pêşketinên mezin pêk bên. Di warê demokratîkbûna Tirkiyeyê de wê bingeheke saxlem û bihêz ê cidî ji bo aştiyeke birûmet a Tirkiyeyê derkeve holê. Vîna ku raber kirî, ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ne. Divê hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bi vê peyamê têkoşînê mezintir û berxwedana antî faşîst a li dijî faşîzmê hê zêdetir mezin bike.  Di vê wateyê de berxwedanê mezin bike. Di vî warî de jî xwe helwesta gelê Kurd zelal e.

DI HELWESTA GELÊ KURD DE GUHERTIN NÎNE

Wê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê mezin bibe. Encamên girîng ên vê berxwedanê bi xwe re anî hene. Di encam vê berxwedanê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin bi Rêbertiya me re kir. Di encama vê berxwedanê de 2’yê Gulanê parêzer bi Rêbertiya me re hevdîtin kir. Di encama vê berxwedanê de 31’ê Adarê hêzên demokratîk serketineke mezin bidest xist. Em jî vê destek dikin. Stratejiya HDP’ê ya 31’ê Adarê stratejiya Tirkiye û Kurdistanê bi ser xist. Em bi hêvîne ku wê 23’ê Hezîranê jî ev stratejî bi ser bikeve. Ji bo hilbijartina Stenbolê jî wê HDP bi vê stratejiyê tevlî bibe. HDP wê destekê bide hêzên demokratîk ên li dijî faşîzmê. Di vê mijarê de nêzîkatî û helwesta gelê Kurd nehatiye guhertin. Berovajî li dijî vê desthilata faşîzan hê zêdetir xwe kiriye yek, berxwedan û têkoşîna xwe mezintir kiriye.

DIVÊ BERXWEDAN BÊ MEZINKIRIN Û DOMANDIN

Berxwedana duyemîn li hundir û derve tê kirin. Berxwedana tecrîd têk bibin û faşîzmê hilweşînin. Divê ev berxwedan bê domandin. Divê ev berxwedan bi dayikên girtiyan, dayikên me, dayikên bi xavik spî ve sînordar nemînin. Berxwedaneke birûmet raber kirine. Divê hemû dayikên şehîdan, dayikên Kurdistanê, jin, ciwan bi awayekî herî xurt tevlî berxwedanê bibin. Divê gelên Tirkiye li gel vê berxwedanê cih bigirin. Ev berxwedan berxwedaneke li dijî faşîzmê ye. Ev berxwedan wê aştiyê bîne, tecrîdê bi dawî bike û rêya demokratîk, hiqûq, edalet, azadî, demokrasî û wekheviyê ya Tirkiyeyê veke. Wê li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û edalet bi ser bikeve. Di vî warî de li Tirkiyeyê tevgera jinê divê di asteke herî xurt de tevlî berxwedanê bibe. Divê ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêşengtiya berxwedanê bikin. Divê civak û gelên Tirkiyeyê cihê xwe di vê berxwedanê de bikin. Ev berxwedan çiqasî bibe topyekûn, ew ê ewqasî tecrîdê di demeke kin de hilweşînin  û pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke.

CIWAN ÇI DIKIN, DIVÊ DESTÊ DIRÊJÎ DAYIKAN BIBIN BÊN ŞIKANDIN

Bi hefteyan in dayikên me bi hêvî û baweriyeke mezin li ber xwe didin. Berxwedaneke fedayî dikin. Li dijî her cûre zext, êşkence û zilmê li ber xwe didin û bi rastî jî seknekî ya jina azad û bi rûmet raber dike. Lê deng ji ciwanên me dernakeve. Divê ciwanên me destên dirêjî dayikan dibin bişkînin. Çawa dibe ciwan li van kiryarên li ser dayikan tên kirin temaşe dikin. Ciwan çi dikin. Ciwan çawa vê seknê hêjayî xwe dibînin. Divê her destê nêzî dayikan bibin ciwan wan destan bişkînin. Rexen li ciwanan dikim. Divê ciwan pêşengiya vê pêvajoyê bikin li her derê. Li Kurdistanê jî û li Tirkiyeyê jî.

Divê ciwan xwedî li vê pêvajoya bi pêşengtiya dayik û jinan pêktanî bi topyek derkeve. Eger rabûneke topyekûn bibe wê di di demeke kin de, ev tecrîd bi dawî bibe. Wê faşîzm hilweşe.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DEM DEMA MEZINKIRINA YEKÎTIYÊ YE

Di vê bangên Rêbertiya me bi vî rengî bên famkirin. Banga diyaloga demokratîk û muzakereya demokratîk a Rêbertiya me, bangeke ji bo hêzên demokratîk in. Diyaloga Rêbertiya me di hilbijartina xwecihî de derket holê. eniyeke antî faşîst a cidî û bingehê demokratîkbûnê derket. Ji nîvê zêdetir ê civaka Tirkiyeyê li dijî faşîzmê vîneke cidî raber kir.

Sekna Kurdan zelal e. Armanc hilweşandina vê desthilata faşîst e, têkirina wê ye. Em nêzî vê bûne. Ev têkoşîn encamên cidî dide. Em ber bi serketinê ve diçin. Serketin û serfirazî nêzîk e. Bi xwedanê û hevparbûnê yekîtiyeke saxlem pêk bînin, em ê bigihêjin armancên xwe. Divê her kes li ser vî bingehî nêz bibe.

Dubare hemû hevrêyên li zindnana li ber xwedidin, dîsa berxwedêrên li hundir û derve, gelê me yên li berxwedidin û hemû mirovahiyê silav dikim. Di berxwedana li dijî faşîzmê de serketinê dixwazim.