Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di bernameya 'Ulkeden' a televîzyona News Channel de, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Şakranê û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li zîndanan nirxand.
Hozat got, "Tirkiye ji xwe girtîgeheke servekirî ye. Ti cudahî di navbera girtîgeh û derveyî girtîgehê nema ye. Heman zilm, îşkence û hovîtî li derveyî girtîgehan jî tê kirin. Ji ber vê yekê divê mirov li dijî faşîzmê li ber xwe bidin."
Hozat da xuyakirin, ku berxwedana heyî watedar e, lê belê divê tenê li cihekî nebe û anî ziman, îşkence û zilm li hemû girtîgehan heye. Besê Hozat diyar kir, ev zilm li Şakranê girantir e û wiha dewam kir: "Ji aliyê giştî ve hemû zîndan veguherîne îşkencexaneyan. Îşkence û pêkanînên giran hene. Bi her awayî li dijî mirovahiyê û wijdan e. Lewma nîşandana helwestê li dijî van kiryaran, têkoşîna li hemberî vê, gelekî girîng e. Ji ber vê yekê divê Şakran bi tenê nemîne.
Ji ber ku li her derê rewşeke bi heman rengî heye. Armanc şikandin û teslîmgirtina vînê ye. Bi deh hezaran mirov xistine zîndanê. Tirkiye ji xwe bûye girtîgeheke servekirî. Di navbera girtîgeh û derveyî girtîgehê de ti cudahî nema ye. Heman zilm, îşkence û hovîtiya li girtîgehan tê kirin, li derve jî heye. Lewma divê mirov hem li zîndanan hem jî li derve li dijî faşîzmê li ber xwe bidin, bi ti awayî serî netewînin. Armanc ji xwe şikandin û teslîmgirtina vê ye. Divê ev neyê qebûlkirin. Helwesta ku heta niha li girtîgehan hat nîşandan watedar bû, hêja ye. Em gelekî rêzê jê re digirin û vê berxwedanê silav dikin. Lê belê divê li her cihî helwesteke xurt li hemberî faşîzmê bê nîşandan. Dibe ku ne bi heman rêbazê be, ew biryara wan e. Lê belê divê bi ti awayî teslîmî polîtîkayên îşkence û faşîzmê nebin. Pêwîstî bi berxwedaneke bêhempa heye."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin, ku zîndan hem di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdan hem jî di dîroka demokrasiyê ya cîhanê de bûye qadeke mezin a têkoşînê û got, "Girtîgeh qadeke mezin a berxwedan û têkoşînê ye. Niha her der bi vî rengî ye. Derve jî bi vî rengî ye. Eger têkoşîn û berxwedan li her derê dernekeve holê, wê ev yek faşîzmê xwedî bike, xurt bike. Ji xwe sedema êrîşa faşîzmê ya bi rengekî harbûyî, ev e. Di nava rewşeke tengav de ye. Qels bûye. Bi êrîşê û çavtirsandinê dixwaze vê rewşa xwe ya qels ji holê rake. Armanca bingehîn a van êrîşan ev e. Ji ber vê yekê divê bi ti awayî mirov teslîmî faşîzmê nebin, serî netewînin û her qadê bikin qada têkoşîn û berxwedanê."