Hozat: Dijminatiya li Kurdan wê dawî li dewleta Tirk bîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, israra di dijminatiya Kurdan de wê dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP'ê têk bibe û got, tevî nakokiyan jî dewleta Tirk ji tirsa nikare dest ji NATO'yê berde.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Hozat diyar kir, encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê yên Stenbolê li Tirkiyeyê navê pêvajoyeke nû ye û got, "Pêşketin hene, wê bidomin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê vê rastiyê jinedîtî ve bê jî encamê naguherîne. Hilweşîna vê desthilatdariya faşîst bi xurtî didome."

TÊKÇÛNA SIYASETA DERVE JÎ JI BER DIJMINATIYA LI KURDAN E

Hozat anî ziman, desthilatdariya AKP-MHP'ê hem di siyaseta navxweyî hem jî ya derve de têk çûye û got, "Hewl bidin xwe bi xurtî û serketî nîşan bidin jî rastî ne bi vî rengî ye. Sedema bingehîn a pirsgirêkên siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî polîtîkaya AKP'ê ya dijminatiya li Kurdan e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê siyaseta derve ya Tirkiyeyê di çarçoveya dijminatiya Kurdan de dimeşîne. Hemû hewldanên xwe ji bo peydakirina desteka derve ya ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan e."

Besê Hozat diyar kir, polîtîkayên Tirkiyeyê yên ji bo dijminatiya li Kurdan li konjonktura heyî ya herêmê nayê, lewma dibe sedem ku bi DYE, Ewropa û NATO'yê re bikeve nava pirsgirêkên cidî û destnîşan kir, ji ber ku ev hêzên rojavayî têkiliya bi Kurdan re, sûdwergirtina ji Kurdan hîn bêhtir li berjewendiyên xwe dibînin.

ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊN BI HÊZÊN ROJAVAYÎ RE JÎ DIJMINATIYA LI KURDAN E

Hozat bi bîr xist ku Tirkiyeyê heta sala 2014'an bi DYE û NATO'yê re di nava ahengiyê de polîtîkaya herêmê meşand û got, "Heta wê demê zêde pirsgirêkeke xwe nebû. Têkiliyên AKP'ê yên bi DAÎŞ'ê re, rizgarkirina Kobanê ji aliyê YPG-YPJ'ê ve ji DAÎŞ'ê û têkbirina DAÎŞ'ê bûn sedem ku di navbera AKP û DYE'yê de pirsgirêkên cidî rû bidin. Ji ber ku serketina Kobanê derbeke mezin li hevkariya AKP-DAÎŞ'ê xist. DYE û NATO'yê ji hingî ve li dijî DAÎŞ'ê tevgeriyan û ji bo berjewendiyên xwe piştevaniya şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ê li dijî DAÎŞ'ê kirin. Guhertina polîtîkaya DYE û NATO'yê ne li gorî berjewendiyên siyasî û paradîgmaya AKP'ê bû. AKP'ê dixwest xwe bispêre têkilî û tifaqa bi DAÎŞ'ê re û li Sûriyeyê û herêmê bibe hêzeke emperyal a dagirker. Erdogan xwe xelîfeyê DAÎŞ'ê didît."

Hozat got, ev polîtîkayên Neo Osmanî ku li rastiya serdemê nayê Tirkiye li Sûriye û herêmê xistiye rewşeke xitimandî.

Hozat diyar kir, dewleta Tirk a bi desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze, ji şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn, nakokiyên navbera rêxistinên Kurd û parçebûna Kurdan sûdê werbigire û polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan bi ser bixîne. Hozat got, "Dixwaze di sedsala 21'ê de nehêle Kurd bibe xwedî statuyeke siyasî. Ji bo destketiyên Kurdan mayinde nebin, li her parçeyî bi rengekî har êrîşî Kurdan dike. Pirsgirêkên mezin ên bi DYE û NATO'yê qebûl kiriye û sîstema parastinê ya fuze ya Rûsyayê S-400 wergirtiye. Ev hemû pêwendiya xwe bi polîtîkaya dijminatiya li Kurdan heye."

Hozat destnîşan kir, Rûsya heta berjewendiyên xwe qewîn bike wê Tirkiyeyê îdare bike û anî ziman, Rûsya ji bo xwe weke serketinekê dibîne ku welatekî endamê NATO'yê û mutefîkê stratejîk ê DYE'yê bixe rewşeke ku bi DYE û NATO'yê re di nava nakokiyan de ye.

TIRKIYE NIKARE DEST JI NATO'YÊ BERDE

Hozat bi bîr xist ku NATO li dijî Rûsya Sowyetê û sosyalîzma reel ava bû û got, "Niha Rûsya Sowyetê nîne, dinyayek ji du dijberan jî nîne. Dinyayeke kapîtalîst-emperyalîst a global heye. Lewma hinceta avabûnê ya NATO'yê lawaz bûye. Tirkiye dixwaze ji vê rewşa NATO'yê sûdê werbigire. Rewş bi vî rengî jî be em ê piştre bibînin ku NATO wê vê helwesta Tirkiyeyê ya ku bi rengekî yekalî biryaran werdigire û pîvanan binpê dike çiqasî qebûl bike. Wê vê yekê bi hêsanî qebûl neke. Dinyaya rojavayî ya ku Tirkiye ava kir, bêguman zane ku wê Tirkiyeyê çawa bi kar bîne. Wekî din, Tirkiye jî ne welatekî welê ye ku dest ji NATO'yê berde. Ji tiştên ku piştî ji NATO û dinya rojavayî qut bû bê serî ditirse. Ji ber vê yekê têkiliyên niha yên bi Rûsyayê re weke şantajê bi kar tîne. Lê belê nepêkane ku evê yekê demeke dirêj bidomîne. Têkiliya ku bi her du aliyan re dimeşîne qada wê ya liv û tevgerê teng dike. Tirkiye heta ku dijminatiyê li Kurdan bike wê di polîtîkaya derve û hundir de aram nebe, wê timî pirsgirêk derkevin pêşiya Tirkiyeyê. Polîtîkayên dijminatiya li Kurdan wê dawiya dawî Tirkiyeyê bixitimîne û têk bibe."

ÇARESERÎ RIZGARIYA JI DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê YE

Hozat destnîşan kir, li Tirkiyeyê heta ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîk de neyê çareserkirin wê ti pirsgirêk çareser nebe û got, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di zikhev de ne.

Hozat diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin, siyaseta demokratîk bê afirandin û anî ziman, wezîfeyeke lezgîn a hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye ku alternatîfa siyasî demokratîk ava bikin.

ŞERÊ LI BAŞÛR ŞERÊ QIRKIRINÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî Kurdan şerekî qirkirinê dike. Êrîşa dagirkeriyê ya li Başûr beşek ji vê ye. Tevî ku hewl didin bi rengekî cuda nîşan bidin şerê li Başûr şerekî qirkirinê ye. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze di çarçoveya plana Mîsakî Mîllî de Başûr dagir bike.

Bi têgihiştina Neo Osmanî hewl didin ji şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn sûdê werbigirin û di ser qirkirina Kurdan re plana Mîsakî Mîlî pêk bînin. PKK'ê li pêşiya vê armanca xwe weke astengiya herî mezin dibînin û ji ber vê yekê bi rengekî har êrîşî PKK'ê dikin. Her kes baş zane ku sedema hebûn û damezrandina PKK'ê astengkirina qirkirina Kurdan e, wergirtina mafên demokratîk ên gelê Kurd e. PKK û gelê Kurd yek in. Êrîşa li dijî PKK'ê êrîşa li dijî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê tenê wateyeke êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûr heye, ew jî qirkirina Başûr e. Daxuyaniyên PDK'ê yên ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rewa dikin, sekna wan a li hemberî dewleta qirker nîşan dide. Ev sekn zerarê dide berjewendiyên neteweyî yên Kurdan. Divê PDK ji vê rêya şaş vegere.

HEWL DIDE DI NAVBERA PDK Û PKK'Ê DE ŞER DERXÎNE

Dewleta Tirk bi salane polîtîkayeke welê dimeşîne ku Kurdan ji hev parçe bike, nakokiyan bixe navbera wan, wan li dijî hev bide şerkirin, ji vê yekê sûdê werbigire û ji bo qirkirinê polîtîkaya dagirkeriyê bimeşîne. Yekîtiya demokratîk a Kurdan bi vî rengî asteng dike. Dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin yek, naxwaze yekîtiya wan a neteweyî demokratîk pêk were. Baş zane ku dema Kurd bûn yek wê nikaribe siyaseta qirkirinê bidomîne. Bi şerê navbera Kurdan dixwaze siyaseta înkar û tinekirinê bidomîne. Niha jî bi hewldaneke gelekî mezin dixwaze di navbera PDK û PKK'ê de, di navbera pêşmerge û gerîla de şer derxîne. Divê PDK nekeve vê xefikê. Ev yek xefikeke mezin e. PKK misogeriya destketiyên li Başûr e. Hêza bingehîn e ku PDK'ê jî li ser piyan dihêle. Ya rast ew e ku di vê pêvajoyê de sekneke neteweyî ya hevpar bê nîşandan ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk biafirîne. Sekna ku destketiyên Kurdan biparêze, mafên Kurdan misoger bike sekneke wiha ye. Dem dema yekîtiya neteweyî ye. Pêvajoya wê yekê ye ku bi Kongreya Neteweyî yekîtiya demokratîk a neteweyî bê tacîdarkirin. Bi rengê din wê bibe amûrek rejîma qirker a ku dijminê Kurdan e.

SEKNA GELÊ BAŞÛR GIRÎNG E

Wezîfeyên girîng dikevin ser milê gelê me. Gelê Kurdistanê êdî ne ew gelê berê ye. Bi giranî bûye xwedî hest û hişmendiya neteweyî. Gihîştiye wê astê ku kes û hêzên ketine nava sekna xiyanetê bi hêsanî bigihîne ser rêya rast. Eger rewşenbîr, nivîskar, hunermend, hêzên demokratîk civakî, gelê me yê Başûr îradeya xwe ya yekîtiya neteweyî ya demokratîk bi xurtî diyar bikin, li dijî dagirkeriya faşîst a Tirk bi rengekî topyekûn berxwedanê bikin wê planên qirkirinê jî têk biçin."

PKK JI HER ŞÊWEYÊN FEDAKARIYÊ RE AMADE YE

Hozat got, "Eger PDK feraset û nêzîkatiya xwe biguherîne û bi rengekî neteweyî tevbigere, wê karibe bi hêsanî xwe nêzî PKK'ê bike, wê tifaqa neteweyî ya demokratîk pêk were. Bi vî rengî wê Kongreya Neteweyî karibe pêk were, yekîtiya neteweyî biafire. PKK ji her demê bêhtir ji vê yekê re amade ye. Hema îro amade ye ku bi her şêweyî fedakariyê bike."

AKP BI XÊRA RÊVEBERIYA BAŞÛR LI SER PIYAN E

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku rejîma AKP'ê bi saya rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser piyan e û tespîteke wiha kir: "Cografyaya Başûrê Kurdistanê devereke gelekî dewlemend e. Qadeke ku derfetên xwe yên çandinî û sewalkariyê zêde ne. Xwedî wê kapasîteyê ye ku dikare têra xwe bike. Ji xwe hatineyeke xwe ya mezin heye. Lê belê ji ber ku bi rengekî rast, plankirî û demdirêj ji bo gel nayê bikaranîn, ew nirx belasebep diçin. Pêşkêşî Tirkiyeyê tê kirin. Başûr ne hewcedarê Tirkiyeyê ye, Tirkiye hewcedarê Başûr e. Eger rojekê ji Başûr petrol neçe Tirkiyeyê û Tirkiye jî malên xwe yên erzan li Başûr nefiroşe desthilatdariya AKP nikare mehekê jî li ser piyan bimîne."

Hozat got, "Desthilatdariya AKP'ê bi salan e hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve bi desteka rêveberiya Başûr li ser piyan e. Vî şerê qirkirinê jî bi desteka rêveberiya PDK'ê dike. Naxwe hatina Xakurkê li aliyekî nikare gavekê jî biavêje nava xaka Başûr."

BANGA 'XWEDÎDERKETINA LI PÎVANÊN XWE YÊN DAMEZRANDINÊ' LI YNK'Ê KIR

Der barê YNK'ê de jî Hozat diyar kir, YNK piştî Celal Talabanî gelekî lawaz bû û got, "Nekarî xeta Îbrahîm Ahmet û Celal Talabanî biparêze. Em YNK'ê weke rêxistineke demokratîk û welatparêz nas dikin ku ji bo berjewendiyên neteweyî hesas e. Mixabin niha nikare vê seknê nîşan bide."

Hozat banga xwedîderketina li nirxên xwe yên damezrandinê li YNK'ê kir û got, "Divê di xeta Îbrahîm Ahmet de bimeşe û di vê mijarê de sekneke bi biryar nîşan bide. Ya ku li YNK'ê tê, ya ku jê tê hêvîkirin ev e."

TECRÎD NE REWA YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji 18'ê Hezîranê ve hevdîtin nayê kirin. Li dijî vê yekê pêwîstî bi nerazîbûneke xurt a civakî heye. Divê gelê me li her deverê ji bo bidawîbûna tecrîdê têkoşîna xwe bi rengekî bênavber bidomîne. Divê dostên xwe û raya giştî ya demokratîk bixe nava liv û tevgerê. Divê were zanîn; tecrîd bê domandin jî ji ber encamên berxwedana mezin a zindanê wê mîna berê nebe. Bi têkoşîna civakî tecrîd dikare bê bidawîkirin.

RÊBERÊ AZAD, TIRKIYEYA DEMOKRATÎK

CPT hîn jî encamên lêkolîn û hevdîtina li Îmraliyê ji raya giştî re eşkere nekiriye. Divê CPT van encaman ji raya giştî re ragihîne û li dijî tecrîdê helwestê nîşan bide. Di serî de partiyên siyasî, hêzên demokrasiyê û saziyên hiqûqê yên demokratîk divê saziyên civakî yên sivîl li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û têkoşîneke xurt bimeşînin. Her nêrîna Rêbertî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo hêzên demokrasiyê hêzeke mezin e. Rêberê azad Tirkiyeya demokratîk e. Divê her kes tecrîdê weke tecrîdkirina xwe bibîne, têbikoşe û têkoşîna demokrasiyê mezin bike."

Wê bidome...