Hollande piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bû
Serokkomarê Fransayê Hollande, piştî hevdîtinên li Bexdayê derbasî Hewlêrê bû.
Serokkomarê Fransayê Hollande, piştî hevdîtinên li Bexdayê derbasî Hewlêrê bû.
Serokkomarê Fransayê François Hollande ku îro bi heyetekê re çûbû paytexta Iraqê Bexdayê, piştî hevdîtinan derbasî Hewlêrê bû.
Serokkomarê Fransa yê hatî Hewlêrê, ji hêla serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.
Hate diyarkirin ku wê Hollande hevdîtinê bi serokê giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û rayedarên hikûmetê re pêk bîne.