Hişar Osal: Em ê bibin Şirnexeke hilberîner

Ji namzetên HDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Hişar Osal diyar kir ku wê bi projeyên hilberînê derfetên kar biafirînin û got, "Em ê bibin Şirnexeke hilberîne."

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Hişar Osal li ser karê xwe yê hilbijartinê û projeyên xwe axivî.

Hîn Osal biçûk bû bavê wî ji aliyê dewletê ve hate kuştin. Piştî demekê dayika wî bi fîşeka polîsan jiyana xwe ji dest da. Osal diyar kir, zext û zora dewletê her dema hilbijartinê giran dibe û got, gel jî li ser sindoqan bersivê dide. Osal anî ziman, tevî ku bi destê qeyûman xisareke mezin li şaredariyan hatiye kirin jî, wê bi rêveberiyeke fedakar û bi piştgiriya gel pirsgirêkan çareser bikin.

'EM ZANIN BÊ EM Ê ÇAWA BI SER BIKEVIN'

Osal da xuyakirin ku derfet ji bo vê yekê hene û got, "Em vê yekê dikarin bi hilberînê bikin. Em ê gelekî hilberînin. Li her qadê em ê rê li ber hilberînê vekin. Ji bo vê jî em ê enstîtuyekê vekin."

Osal işaret bi berhemdariya herêmê kir û got, "Ji aliyê dewlemendiya ser û binê erdê ve gelekî dewlemend e û axa wê jî bi bereket e. Ev dewlemendî bi ti rengî nayê bikaranîn. Ji ber ku binesaziyek nîne." Osal bi bîr xist ku ew ji nava vî gelî ye û got, "Em zanin bê em ê çawa bi ser bikevin."