Xebatên Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ên ji bo hilbijartinên Iraqê didomin. PADÊ li navenda Şengalê mitîngek lidar xist. Mitîngê di saet 15:00’an de, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Êzidxanê destpê kir.
Di mitîngê de axaftin hatin kirin. Di destpêkê de, li ser navê Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê, Hevserokê Meclîsê Hisên Hecî axivî û got: "Heta niha bi dehan partiyên siyasî hene, lê yek partiyê jî heta niha û di dema fermanê de jî tiştek ji bo gelê me nekirine, lê piştî propaganda hilbijartina destpêkir, her kes serdana gelê Êzidî dike û dixwazin cardin gelê me bixapînin. Em ji gelê xwe dixwazin di roja dengdanê de pêşeroja xwe diyar bikin û dengê xwe bidin wan kesa yên ku xizmeta gelê me dikin. Divê gelê me neyê xapandin."
Hisên axaftina xwe wiha domand; "Bila gelê me baş bizane heta niha ferman û êrîş li ser me dewam dikin, ger em ji bîr nekin, emê rê nedin di bin navê Êzidiyan de ti kes me bixapîne."
Piştre namzetên PADÊ'yê Xwedêda Murad û Semir Derwêş û li ser navê PADÊ Mirad Xaltî axivîn û bang li gelê Êzidî kirin deng bidin namzetên xwe.
Di dawiya mitîngê de govend hate gerandin û piştre karwanê wesayîtan li navenda bajarê Şengalê geriya.