Hilbijartinên Iraqê: Êrîş û kuştinên siyasî dest pê kirin

Ji bo hilbijartinên parlamenta Iraqê tenê du hefte man. Karê hilbijartinê yên partî û lîsteyên beşdar zêde bûn. Li Hewlêr û Behdînanê kuştinên siyasî û êrîşên li namzetan dest pê kirin.

Partiyên Ereb ku li Başûrê Kurdistanê cara yekê ye tevlî hilbijartinê dibe, li Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê daketin meydanê. Wekî din dagirkeriya Tirkiyeyê, gefên DAÎŞ'ê yên li hilbijartinê û êrîşên li Kerkûkê bi rengekî bê navber dewam dikin.

Ji bo hilbijartinên parlamenta Iraqê tenê du hefte man. Partî û lîsteyên tevlî hilbijartinê dibin zend û bend ba dan.

Lîsteya Fetîh a bi serkêşiya lîderê siyasî û damezrînerê Heşdî Şabî Hadî Amrî, Nasir a bi pêşengiya Serokwezîr Haydar Ebadî, Dewleta Kanûnê ya bi serkêşiya Nûrî Malîkî, Saîrûn a bi serokatiya Muqteda El Sadr, Hukmê Neteweyî ya bi serkêşiy Amr Hekîm û partî û lîsteya bi serkêşiya Iyyad Elawî li Bexda, Basra, Kerbela, Necef, Mûsil û herêmên din ên Şîa û Sûnî karên xwe yên propagandayê zêde kirin.

CIHÊTIYA NAVA ŞÎA

Şîa ji du komên bingehîn pêk tên ku yek jê nêzî DYA ye, ya din jî nêzî Îranê ye. Tevî vê yekê, di nava xwe de jî di nava rikberiyê de ne. Hukmê Neteweyî yê Amr Hekîm, Saîrûn a Muqteda Es Sadr û Koalîsyona Nasir a Serokwezîr Haydar Ebadî kku heta niha di nava Koalîsyona Dewleta Qanûnê de cih digirtin, bi rengekî cihê tevlî vê hilbijartinê dibin. Cihêbûna navxweyî ya Şîan weke têkoşîna navbera Îran û DYA tê dîtin. Komên Şîa wê bi 5 lîsteyan tevlî hilbijartinê bibin.

EBADÎ ÇAV BERDAYE DENGÊ KURDAN

Hemû lîsteyên Şîa li herêmên Şîa di nava rikberiyê de ne. Lê belê Haydar El Ebadî tevî herêmên Şîa li Başûrê Kurdistanê jî wê yekemcar namzetan nîşan bide. Bi vî rengî çav berdaye dengê Kurdan.

Ebadî dixwaze ji destwerdana li Kerkûk û herêmên bi nîqaş û ji aciziya gel a 26 salan a ji desthilatdariya partiyên Başûrê Kurdistanê sûdê werbigire û dengê Kurdan bi dest bixe. Bi vê armancê Ebadî tevlî merasîmên vekirina buroyên lîsteya xwe yên li Silêmanî û Hewlêrê bû û namzetên xwe da naskirin.

SÛNÎ JI HEV GELEKÎ PARÇE BÛNE

Sûnî ji ber ku gelekî parçe bûne û ji hev belawela ne, îdîayeke wan a ji bo desthilatdariyê nîne. Li Iraqê herêma sereke ya ku Sûnî herî zêde dikarin li wir parlamenteran derxîne navenda Sûniyan; Mûsil e. Rewşa li Mûsilê dikare bandorê li rêjeya dengê parityên Sûnî bike, lê belê îdîaya wan a desthilatdariyê qels e. Di nava Sûniyan de partiya herî bi bandor partiya bi serkêşiya Iyyad Elawî ye. Tê îdîakirin ku vê partiyê bi hin partiyên li Başûrê Kurdistanê re têkilî daniye û di mijarên Serokkomariya Iraqê û Serokatiya Meclîsê de li hev kirine. Iyyad Elawî cara yekê ye ku li Başûrê Kurdistanê namzetan nîşan dide, lewma ev yek nîşan dide ku îdîayên tên kirin dibe ku rast bin.

Ji bo hilbijartinên parlamenta Iraqê hemû lîste û partî li Bexda, Kerbela, Necef, Basra, Mûsil, Tel Afer, Tîkrît, wîlayeta Enbarê bi hêsanî dikarin propagandayê bikin. Tevî ku DAÎŞ gefê li hilbijartinê dixwe jî propagandayên hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dikin. Heta niha di dema propagandaya hilbijartinê de li ti cihê Iraqê êrîş nehatiye kirin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XWÎN RIJIYA, ŞÎDET TEVLÎ PROPAGANDAYÊ HATE KIRIN

Lê belê li Başûrê Kurdistanê du hefte beirya hilbijartinê nûçeyên li ser şîdet û êrîşê hatin. Destpêkê pêşengê Newaya Nû ya lîsteya 120'an Şahsiwar Abdulkadir Vahît dema li Kerkûkê propaganda ji ciwanan re dikir, bû hedefa êrîşê. Piştî sê rojan Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo 600 hezar miriyan deng hatine dayin. Du roj piştî vê daxuyaniyê, Midûrê Giştî yê Karên Îdarî yê Desteya Hilbijartinê ya Bilind Faris Mihemmed ê YNK'yî li Hewlêrê ji ber êrîşeke çekdarî hate kuştin.

Hefteyek piştî vê êrîşê, vê carê li Zaxoyê namzetê rêza yekemîn ê lîsteya hejmara 120'an akademîsyen Kamûran Berwarî dema li sûkê bi gel re sohbet dikir bû hedefa êrîşa komeke bi ço û keviran. Nasnameya kesê ku êrîşî Berwarî kir eşkere bû û wêneyê vî kesî yên bi endamên Asayîşa Zaxoyê re derkete holê. Vê yekê nîşan da bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye plankirin. Eger pêşî li êrîşên bi vî rengî neyê girtin, dibe ku tesîreke neyînî li hilbijartina li Başûrê Kurdistanê bike.

HELWESTA GELÊ BAŞÛR A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ZELAL E

Hemû hêz pê zanin ku parçebûna nava Kurdan bi kêrî hêzên dijber tê. Hêzên ku demokratîkbûna Iraqê danîne pêşiya xwe û li dijî dagirkeriya li Kurdistanê xwedî bername ne, wê di hilbijartinên Iraqê de bi ser bikevin. Piştî pêvajoya 17'ê Cotmehê û komkujiyên li Efrînê û êrîşên li ser herêma Bradostê, gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan da.

Her wiha ji bo parastina statuya Kurdistanê peyamên yekîtiyê da hêzên Kurdan. Gelê Başûr li dijî şîdet û kuştinê alîgirê wê yekê ye ku her partî bi rengekî azad propaganda xwe bike û dixwaze di nava şert û mercên azad de dengê xwe bide.

Ji ber vê yekê ji hemû hêzan dixwaze ku xwe ji şîdet û kuştinê vegirin. Mirov dikarin bêjin, hêzên ku xwe ji vê yekê venegirin wê di hilbijartinê de têk biçin.