Hilbijartina Başûr: Dema serlêdana namzetiyê hate dirêjkirin

Ji bo hilbijartina parlamenta Başûrê Kurdistanê ku wê 30'ê Îlonê bê kirin, dema serlêdana ji bo namzetiyê heta 29'ê Tîrmehê hate dirêjkirin.

Ji bo hilbijartina parlamenta Başûrê Kurdistanê ku wê 30'ê Îlonê bê kirin, dema serlêdanê ya partiyên siyasî, lîste û koalîsyonan li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind hate dirêjkirin. Dema serlêdanê ji 7 heta 25'ê Tîrmehê bû. Lê heta 29'ê Tîrmehê hate dirêjkirin.

Partiyên siyasî, lîste û koalîsyon, wê navê namzetên xwe karibin heta 29'ê Tîrmehê ji Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Herêma Kurdistanê re ragihînin.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind Şêrwan Zirar li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku dema serlêdanê ji 7'ê Tîrmehê heta 29'ê Tîrmehê ye.