Hikûmeta Başûr komkujiya dewleta Tirk nedît

Hikûmeta Başûr a bi kontrola PDK'ê li şûna ku li dijî êrîşên dewleta Tirk derkeve, ku li herêmê sivîlan dikuje, PKK kire hedefa xwe.

Zêdebûna êrîşên dagirkeriya mêtinger a Tirk ku ji 15'ê Hezîranê ve zêdetir bûne, li nav hemû beşên civakî bû sedema nerazîbûnên tund. Gelek nivîskar, rewşenbîr, hunermend û partiyên siyasî yên başûr li dijî êrîşên dagirkeriya mêtinger a  Tirk bi meş, mitîng û çalakiyan helwesta xwe nîşan dan. Hikûmeta Herêmî jî ji ber zexta gelê Başûr bêgav me û duh daxuyaniyek da.

Piştî ku bi êrîşên dewleta Tirk a qirker li gundê Sîda ya Şeladizê û gundê Golka ya Metîna a Kanîmasiyê 5 Kurdên sivîl şehîd bûne daxuyanî hat.

Berdevê  Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê Adil Cotyar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de têkilî êrîşên dagirker ên Tirk, têkilî komkujiya sivîlan di şermezariyeke cidî neda. Li şûna ku komkujiyên dewleta Tirk şermezar bike, got, ''Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê, ji kîjan alî ve dibe û bi çi hincetê dibe bila ibe şehîdkirina welatiyan  şermezar dike.''

Di daxuyaniyê de hate gotin PKK ji bo ku li sînorên Herêma Kurdistanê nebe sedema êrîşan xwest ku ji wan herêman vekişe.

Cotyar got Herêma Kurdistanê dixwaze bi welatên cîran re têkiliyên dostane deyne û nexwaze ku ji ti welatî êrîş bi ser Herêma Kurdistanê de werin.

Hikûmet her çendî bi kontrola PDK'ê jî be, YNK, Goran û partiyên din jî bi rengekî di nav hikûmetê de cih digirin, YNK, Goran, Komalay  Îslamî û partiyên din ragihandin ku ew êrîşên dagirker qebûl nakin lê derheqê daxuyaniya hikûmetê hê ti daxuyanî nedane.