‘Hikumeta AKP’ê ji rewşa Ozakça û Gulmenê berpirsyar e’

Li Mêrdînê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û bal kişandin ser tenduristiya Gulmen û Ozakça yên ku di binçavan de ne û diyar kirin ku hikumeta AKP’ê ji vê rewşê berpirsyar e.

Piştî ku Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin yên ku 75 roj in di greva birçîbûnê de ne, li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Li Mêrdînê çalakvan ji bo piştgiriya greva birçîbûnê li Parka Karayollari hatin ba hev, pankarta “Bila BHQ’ê were betalkirin, em karê xwe dixwazin. 264 roj in em li benda edaletê ne” vekirin. Endamên platformê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan daxuyaniya çapemeniyê dan.

“HIKUMETA AKP’Ê BERPIRSYAR E”

Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê yên Mêrdînê Eylem Ergun daxuyanî xwend û got: “Bi serdegirtinên bi şevê re, binçavkirina wan êşkence ye. Heke li sûcekî digerin, bila berê xwe bidin ji kar derxistin û jikaravêtina bi sed hezaran kedkaran. Em Platforma Şaxên KESK’ê dixwazin ku Gulmen û Ozakça werin berdan. Ji her rewşa neyînî û rîskê wê hikumeta AKP’ê berpirsyar be. Di heman demê de em dixwazin Sekretera Navenda Giştî ya Egîtîm-Sen’ê Ebrû Yîgît jî were berdan a ku di 21’ê Gulanê de hatibû binçavkirin.