Hezex: Jiyana bi hîmên Apoyî wê bi ser bikeve

"Ev jiyan û nirxê ku rêbertî aafirandiye vîn û îradeya serketinê dide mirovan. Mirov nefsa xwe terbiye dike, xwe ji madiyat û jiyana erzan vedigire. Bêguman ev bi keda Rêber Apo gihîştiye vê astê."

Gerîlayê HPG Dijwar Hezex bal kişand ser wateya jiyanê di nava refên PKK'ê de û rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Niha li serê van çiyan têkoşîneke mezin tê meşandin. Dilsoziya bi welat, bi PKK'ê re di asta herî jor de ye. Me jî jiyaneke bi wate û pîvan ji xwe re hilbijart. Jiyaneke bi ziman û çanda xwe hilbijart. Ev jiyan jî nirxekî mezine ku bi meşa dirêj û bêhempa ya Rêber APO hatiye qezenc kirin û bi keda rêbertî hatiye bi rêvebirin. Ev jiyan û nirxê ku rêbertî aafirandiye vîn û îradeya serketinê dide mirovan. Mirov nefsa xwe terbiye dike, xwe ji madiyat û jiyana erzan vedigire. Bêguman ev bi keda Rêber Apo gihîştiye vê astê."

'RAMANÊN RÊBER APO MIROVAN BI PÊŞ DIXE'

Gerîla Dijwar Hezex got, "Ji bo ku ev meş bi ser bikeve bedelên pir mezin hatine dayîn. Qehremanên ku seyra dîrokê guhertin derketin. Hevalên wisa derketin ku bi sekna xwe ya jiyanî û leşkerî dikarîbûn sekin û pîvanên ku Rêbertiya me daniye biparêzin. Helbet ev sekin di me de manewiyetekî mezin dide avakirin. Dihêlê ku mirov bi çavekî mezin li hevalên xwe meyze bike. Bêguman kêm û kurtî çêdibin lê ev bi riya rexne û rexnedayînê tên çareserkirin ku bi vî awayî em hevdû temam dikin. Ji ber rihekî fedayî di kesayeta her hevalekî de serwer e. Heger mirov li têkiliyeke dostanî ya herî bilind di nav civakê binêre, tê dîtin ku nagihêje asta hevaltiya di nava PKK’ê de. Ji ber vê yekê fikrê Rêber APO derfet ji bo paşverûtî nade. Ji bo xwe pêşxistin, pêşde dîtin û xwe nû kirin rê ji me re vedike."

'NÛKIRINA KESAYETIYA XWE BI DESTXISTINA AZADIYÊ YE'

Hezex qala girîngiya guhertina kesayetiyê ya li Kurdistanê kir û got, "Wek tê zanîn parêznameya pêncemîn a Rêber APO weke manîfestoyekê tê dîtin û ji bo me xeteke têkoşînê ye. Lê piştî ku Rêber APO parazname derxist di demên hevdîtinê de dibêje: min niha fikrên xwe 2 qat kûrtir kir. Ev gotin dide diyar kirin ku Rêber APO kêliyekê ji dema xwe bêwate derbas nake û ji bo serketina têkoşîna rizgariya gelan her xwe nû dike. Ev xal ji bo me pîvaneke. Xwe nûkirin tê wateyê serketina şoreşê û bidestxistina azadiyê."

'DIJMIN BI POLÎTÎKAYÊN ŞER NIKARIBE GEL JI GERÎLA QUT BIKE'

Hezex bi dewamî got, "Niha dijminê dagirker li Kurdistanê tenê bi riya leşkerî dixwaze hebûna xwe bide diyarkirin. Li her derê qereqolan çêdike. Kî dibîne dixwaze wî beşdarî polîtîkaya cerdevanî û kontra bike û çek bixe destê wan ji bo li dijî têkoşîna gerîla bibin asteng û civakê bixe bin serweriya xwe. Niha dijmin di rewşekê de ye ku tenê bi awayekî şiklî maye. Bi derbeke xurt wê bikeve, nikare xwe li ser lingan bigre.

Ji ber lawaziyên xwe dijmin niha şerekî taybet li ser civaka me dide meşandin. Dixwaze bi riya fuhuşê, madeyên hişbir û politikaya sîxurtiyê ciwanên Kurd ji hizra têkoşînê dûr bixe. Dîsa di çapenemiya xwe de dixwaze gel û gerîla ji hev cuda nîşan bide. Lê rastiya vê yekê nîne. Dibe ku hinek kesên nezan û xwefiroş hebin ji dijmin bawer bikin, lê gel tevahî bi gerîla ve girêdayî û xwedî piştgiriye."

'TÊKBIRINA DIJMIN WÊ BANDORÊ LI HERÊMÊ BIKE'

Hezex herî dawî got, "Bi rastî em di pêvajoyeke wisa de ne ku çiqas em li ser van bingehên me anî ziman em xwedî zanebûnekî bibin em ê hîn zûtir rejîma faşîst li Kurdistanê birûxînin. Ev wê tenê bandorê li Kurdistanê neke, di heman demê de wê bandorê li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn bike û bi giştî bingeha guhertin û azadiyê biafirîne."