Hêzên YBŞ’ê û Iraqê li dijî DAÎŞ’ê dest bi operasyonekê kirin

Hêzên YBŞ’ê û artêşa Iraqê li gundên Neêniyê û Golatê yên Şengalê li dijî DAÎŞ’ê dest bi operasyonekê kirin.

Bi tevlîbûna Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ), artêşa Iraqê û polîsên Iraqî li gundên Neêniyê û Golatê yên Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest bi operasyonekê hatiye kirin.

Çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an bi hovane êrîşî herêma Şengalê kiribû û bi sedan welatiyên Êzidî qetilkiribû û zêdetirî 5 hezar keç, jin û zarokên Êzidî jî revandibû. Bi deh hezarna kes jî ji aliyê gerîlayên HPG'ê û YJA Starê ve hatibûn rizgarkirin