Hêzên Rizgariya Efrînê li dagirkeran xistin

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê bi rengekî bênavber li artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dixin. Di çalakiyê doh de 2 leşkerên Tirk û 5 çeteyên Ehrar El-Şam bi giranî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Efrînê û derdora wê, çalakiyên şervanên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete her zêde dibin. Di vê çarçoveyê de;

Şervanên me 17'ê Çileyê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî nuqteyeke koma çete ya Ehrar El-Şam û leşkerên Tirk çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk û 5 terorîstên Ehrar El-Şam bi giranî birîndar bûn."