Hêzên rejîma Îranê dor li hezar û 300 kolberan girtin

Hêzên rejîma Îranê, li ser sînorê Pîranşar û Hewremanê destûrê nadin ku hezar û 300 kolber derbasî Rojhilat bibin. Gelek kolber û kesibkar jî hatine destgîrkirin.

Li gorî malpera Kolbernewsê, şevê din li Kanî Xuda ku nêzî sînorê Pîranşar-Hewremanê ye, hêzên rejîmê pêşî li 300 kolberan girtin ku dixwestin derbasî bibin. Îro jî dîsa derbasbûna hezar kolberî asteng kirin.

Pasdarên Îranê, destûr neda kolberên ku li ser xeta sînorê Rojhilat û Başûr in û êrîşî wan kirin. Gelek kolber jî hatin destgîrkirin.

Pasdaran êrîşî kolberên li ser xeta her du sînoran sekinî kir û malê wan şewitandin.

Bi heman awayî pasdaran êrîşî kolberên li Çiyayê Tete yê Hewremanê kirin û gelek kolber destgîr kirin. Pasdarên ku dest danîn li ser malê kolberan, li ber çavên wan şewitandin.

Pasdarên Îranê, destûr nade kolberên li ser xeta sînorê Rojhilat û Başûr ku derbas bibin.