Hêzên pêşmergeyan sewqî Zaxoyê hatin kirin
Bi gelek wesayitên zirxî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê yê Zaxoyê hatin kirin.
Bi gelek wesayitên zirxî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê yê Zaxoyê hatin kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, bi gelek wesayitên zirxî û leşkerî hêzên pêşmergeyan sewqî bajarokê Derkarê yê navçeya Zaxo ya Duhokê hatin kirin.
Hate ragihandin, sewqiyata pêşmergeyan 28'ê Tîrmehê hatiye kirin.
Ji wêneyan xuya dike ku bi gelek wesayitên zirxî û leşkerî hatine sewqkirin.
PDK'ê beriya niha jî 15 wesayitên leşkerî û gelek pêşmerge şandibû herêmên Bradost û Berbizinayê.