Hêzên li baregeha DYE'yê ya li Kerkûkê hatin zêdekirin

Li gorî medya Iraqê, DYE'yê hêzên xwe yên li baregeha leşkerî ya li Kerkûkê zêde kiriye ku berê ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dihate bikaranîn.

Medya Iraqê ragihand ku şeva Şemiyê hêzên nû li baregeha leşkerî ya K1 a li Kerkûkê hatine bicihkirin. Hate gotin, herî kêm 60 efserên nû yên Emerîkî li baregehê hatine bicihkirin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, leşkerên DYE'yê yên li baregeha leşkerî ya K1'ê û yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê operasyoneke leşkerî ya hevpar plan dikin. Têkildarî armanca vê liv û tevgera leşkerî agahî bi dest neketin.