Hêzên ku Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hişt li hev civiyan

Hêzên çekdar ên PDK'ê yên li Şengalê, bi berpirsê PDK'ê yê li Şengalê Serbest Bapîrî re hevdîtin kirin, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de, civaka êzidî ya Şengalê, di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştibû û hêzên xwe ji herêmê vekişandibû.

Di vê demê de ku li dijî ewlehî û aramiya Şengalê gef û propaganda reşkirinê ji aliyê hin hêzan ve tê kirin, hêzên çekdar ên PDK'ê yên ku di dema fermanê de Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin, li hev civiyan.

Derket holê, berpirsê pêşmergeyên PDK'ê yên li Şengalê Qasim Şeşo, beriya sê rojan serdana hin herêmên Başûrê Kurdistanê kir û bi rayedarên PDK'ê re rûnişt.

Yek ji wan jî Serbes Bapîrî bû, ku beriya fermana ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê pêk hat, berpirsê hêzên pêşmergeyan ê li herêma Şengalê bû.

Dema ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êriş bir ser Şengalê, Serbest Bapîrî, hêzên xwe yên li herêmê vekişand û Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hişt, ku ev yek jî jii bo civaka êzidî, bû sedema felaketeke mezin.

Ev hevdîtina navbera hêzên PDK'ê yên têkildarî Şengalê, di nava civaka Êzidî de, bûye cihê fikar û nerazîbûnan.