Hêzên artêşa Iraqê ketin navçeya Teleferê
Operasyona kontrolkirina Teleferê ku ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû destpêkirin di roja 3’yem de didome, hêzên Iraqê ketin navçeya Teleferê de.
Operasyona kontrolkirina Teleferê ku ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû destpêkirin di roja 3’yem de didome, hêzên Iraqê ketin navçeya Teleferê de.
Operasyona kontrolkirina navçeya Telefer a girêdayî Mûsilê ket roja 3’an de. Hêzên Iraqê îro di aliyê rojhilat de ketin taxeka navçeya Teleferê de. Hêzên Iraqê bi tevlîbûna hêzên Heşdî Şeebî û desteka hewayî yên Iraqê ev 3 roj in operasyona rizgarkirina Teleferê ji çeteyên DAIŞ’ê dimeşînin.
Hêjayî gotinê ye ku navçeya Teleferê ji 2014’an ve di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye.