Hêzên Îranê kolberekî din birîndar kirin
Li sînorê Bane hêzên dewleta Îranê kolberek gulebaran kirin û di encamê de kolber bi giranî birîndar bû.
Li sînorê Bane hêzên dewleta Îranê kolberek gulebaran kirin û di encamê de kolber bi giranî birîndar bû.
Kolberên ku di encama polîtîkayên bêkarkirin, cihêkarî û bioîqtîdarê yên dewleta Îranê neçarî kolberiyê tên kirin her roj ji aliyê hêzên dewletê we bi qetilkirin û birîndarbûnê re rû bi rû dimînin. Di demên dawî de rêjeya wan bûyeran ew qasê zêde bûye ku hema bêje bûye diyardeyeke rojaneyî û ji ber bêdengiya rêxistinên mafê mirovan û civaka navnetewî her ku diçe zêdetir dibe.
Hate hînbûn ku li ser sînorê Henge Jal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îranê komek kolber gulebaran kirin. Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberê bi navê Şoreş Başbulaxî yê ji bajarê Seqizê ji dest û pişta xwe bi giranî birîndar bû.
Şoreşê birîndar 41 salî ye û du zarokên wî hene.