Hêzên Îranê kolberek qetil kir, 1 jî êşkence kir

Hêzên sînor ên Îranê carekî din kesên ku yekane debara xwe bi kolberiyê dikin kirin hedef, kolberek qetil kirin, yek jî êşkence kir.

Li ser sînorên ji aliyê hêzên dagirker ve hatine çêkirin zextên li ser kolberan bi dawî nabin. Li Bane kolberek hate qetilkirin û li Newsudê jî kolberek hate êşkencekirin.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, îro danê sibehê, hêzên leşkerî yên Îranê li herêma sînor ya Henge Zal a ser bi bajarê Bane ya parêzgeha Sine êrişî kolberan kirin. Di êrîşê de kolberê bi navê Hadî Xizrî yê xelkê Zêwe jiyana xwe ji dest da.

Heman nûçe diyar dike ku di 11’ê Tebaxê de kolberê bi navê Reza Ebdulahî yê xelkê gundê Taweguz a bajarê Selasî li herêma sînor a Newsudê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye êşkencekirin û bi qontaxa çekê serê wî hatiye şikandin.