Heyetek ji Êlihê serdana malbata Şenyaşar kir

Heyetek ji Êlihê çû serdana malbata Şenyaşar û piştgirî dan çalakiya nobeta edaletê.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber edliyeya Rihayê Nobeta Edeletê didomîne.

Di roja 543’yemîn a nobeta malbatê de, heyetek ji Êlihê ku di nav de rêveberên DBP, HDP, ARÎ-DER, MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê yê Êlihê hebûn serdana Malbata Şenyaşar kirin. Di serdana ku bi tevlîbûna endamên meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Rihayê pêk hat de Emîne Şenyaşar û kurê wê li qada ku ‘Pêşengeha Edaletê’ vekirin heyet pêşwazî kirin.

Li ser navê heyetê rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna malbatê teqez bigihîje serkeftinê û got: “Ger dewletek bêje 'Ez dewleta hiqûqê me' divê daxwaza malbatê ya edaletê bi cih bîne. Ev komkujî li ber çavên her kesî pêk hat. Ev ne qetlîameke veşartî ye. Ger qanûn bê bi cih anîn dê daxwaza vê malbatê pêk were. Malbat 543 roj in tenê edaletê dixwazin. Duh 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bû. Ligel her tiştî em aştiyê dixwazin. Em ne bêhêvî ne. Ev têkoşîn wê bi ser bikeve."

Piştre jî Dayika Aştiyê Sultan Azboy axivî û got: “Ev mirov ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin. Ev dayik li benda edaletê ye. Edalet li ku ye? Bila hemû cîhan vê bibîne. Tevî hemû astengiyan jî ev dayik li vir e. Zilm li malbatê tê kirin. Divê her kes xwe têxe cihê malbatê. Her kesê ku dibêje 'ez mirov im' divê vê yekê bîne ziman.Bila Edalet ji bo vê dayikê bê. Dibêjin 'em misilman in' Misliman li ku ne?"

Dayika Aştiyê Horî Acar jî wiha got: “Me dikujin, em dibêjin ‘aştî’, me winda dikin, em dîsa dibêjin ‘aştî’. Me digirin, em dîsa dibêjin 'aştî'. Ji ber ku em Kurd in vê yekê dikin. Ji ber ku ev malbat Kurd e komkujî kirin û edaletê pêk nayînin. Çi mafê we heye ku hûn vê yekê li malbatê dikin? Tecawizkar û qatil li kolanan in, lê kurê dayikê 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hûn çi bikin jî em ê bi malbatê re bin. Heta edalet pêk bê em ê piştgiriyê bidin malbatê.”