Heyeta TOHAV’ê çû Xelfetiyê

Heyeta TOHAV’ê ji bo lêkolîna êşkenceya li Xelfetiyê çû Rihayê.

Seroka Giştî ya Weqfa Lêkolînên Hiqûqa Civakî (TOHAV) Dîdar Erdem û Endamê Desteya Rêveber Parêzer AbdulkadÎr Karahan ji bo ku lêkolîna îşkenceya li ser 51 kesên piştî pevçûna li Taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê çûn Rihayê.

Erdem û Karahan, derbarê îşkenceya di maweya destgîrkirinê de, agahî ji Serokê Baroya Riha Abdullah Oncel, Endamên Navenda Mafê Mirovan a Baroyê û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan girtin.

Dîdar Erdem, li Baroyê daxuyaniyeke kurt da û wiha got: “Êşkence sûcê mirovahiyê ye û di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de weke sûc tê dîtin. Xebatên me berdewam dikin û em ê encama xebatên xwe bi rêya çapemeniyê, ji raya giştî re parve bikin.”