Heyeta TJA û KCD’ê hate serdana Nasir Yagiz

Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad hate serdana Yagiz ku 150’î roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di roja 150’î de ye. Li aliyê din greva bêdawî-bêdorveger a endamê nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz jî di roja 150’î de bi biryardarî didome.

Serdan û piştgiriyên ji bo Nasir Yagiz û çalakgerên grevê didomin. Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Bakurê Kurdistanê hate  serdana Nasir Yagiz û çalakgerên greva birçîbûnê.

Li ser navê  heyeta TJA û KCD’ê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî û got; “Em ji bo piştgiriya heval Nasir Yagiz û hemû çalakgerên grevê ku ev 150 roj in ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê dene hatine. Divê hemû alî piştigiriya çalakgeran bikin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê têdikoşe, ji bo hemû Rojhilata Navîn têdikoşe. Ji bo vê pêwîste herkes li dijî tecrîdê tevlî çalakiyan bibin.”