Heyeta Navneteweyî: Leyla Guven wê bigihêje serketinê

Heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî got: “Wê sembola serketinê ya Leyla Guven bigihînin Ewropayê.”

Heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya ji Ewropayê hat, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dayî destpêkirin lêkolîn bike li Amedê civînên xwe bi dawî kir.

Heyetê destpêkê li bajar serdana Guven kir û bi saziyên civaka sivîl re civiya. Di roja duyemîn a civînên heyeta ku serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê û Leyla Guven kirin, bi Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Arslan û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Gulcîhan Şmşek re civiyan. Parlementera Êlihê û hevberdevka Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê Feleknas Uca jî bi heyetê re bû. Heyet piştî hevdîtinên xwe li avahiya KCD daxuyaniyek da çapemeniyê.

‘EM Ê PEYAMÊ LI GEL XWE BIBIN’

Wezîrê Edaletê û Karê Hundir ê Îzlandayê Ogmûndûr Jónasson ê di civînê de axivî diyar ku di nava du rojan de rêze civîn pêk anîne û serdna Leyla Guven kiriye û got: “Me peyam Leyla ya dabû me git. Em ê vê peyamê li her cihê biçînê vebêjin. Yekan e daxwaza Leyla Guven rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Armanca me piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd û hinek kar bikin bû. Wê ev pêvajo sibe li gel parêzerên Ocalan jî bidome.”

Jónasson îşaret bi hevdîtinên xwe yên bi aktivîstên TJA’yê re da û got: “Dengê jinê û serketina wê bibandor e. Îro jî em çûn serdana Leyla lê me hevdîtin nekir, li ber derî re sebola serketinê li me kir. Em ê vê sembola serketinê li gel xwe bibin Ewropayê. Wê berxwedana Leyla bigihêje serketinê.”

‘DIVÊ TIRKIYE GAVÊN RAST BAVÊJE’

Jónasson diyar kir ku ji bo binpêkirinên li Tiurkiyeyê daxwaza hevdîtinê kiriye. Jónasson anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê ji bo hevdîtinan bikin rawestiyan e. Hê me bersivek negirtiye. Dibe rewş ber bi başî biçe, mifteyek heye. Ev mifte jî mifteya ku deriyê Îmarliyê veke ye. Ji ber vê sedemê li bendê ne ku Tirkiye gavên rast bavêjin.”

Aborîzana Arjantînî Beverly Ann Keene jî diyar kir ku ji bo Tirkiye li gorî destûrên xwe tevger bike û agahî li ser grevên birçîbûnê bigirin hatine û got: “Daxwazên grevên birçîbûnê ne daxwazên ji rêzê ne. Dixwazin Tirkiye li gorî destûrên xwe tevger bikin. Bi hêviya ku sibe em agahiya mifteya ku dawî li tecrîd û aştiyê ya li destê Tirkiyeyê bidin we.”

Keenne bang li Yekîtiya Ewropa (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî û tevgerên din ên li bin sêwana Tirkiyeyê bikevin tevgerê. Keene got: “Bang li YE, NY û saziyên navneteweyî dikim ku ji bo parasitna jiyana mirovan bi lezgîn bikevin tevgerê.

Hevserokê KCD Bedran Ozgurk jî axivî û got: “Daxwaza Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê dawîkirina tecrîdê ye. Ji bo azadiya Birêz Ocalan heta niha em têkoşînê dikin, jî îro û pêve jî em ê bikin. Hevrêyên me li ber xwe didin, encamê em dizanin. Em ê bi ser kevin.”

‘TIRKIYE NEBIHÎST, ARJANTÎN BIHÎST’

Aktivîsta TJA’yê Ayşe Kokkan jî got: “Delegasyonê jî dengê grevên birçîbûnê bihîst; lê hê Tirkiye nebihîstiye. Dayikên Arjantînê, sendîkayên Îngiltereyê ev deng bihîstin. Gelên Tirkiyeyê berî ku mirin bikeve halê divê vî dengî bibihîsin.”

Heyeta ku piştî daxuyaniyê dawî li civînên xwe anî, wê sibe li Stenbolê bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan re bicivin.