Heyeta KNK'ê serdana serokê parlamentê Mihemed kir-NÛ BÛ

Heyeta KNK'ê, serdana Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed kir.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ku ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd serdana partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê dike, îro jî bi Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed re rûnişt.

Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û endamên KNK'ê Zekeriya Helebçe û Ferhat Dostkî ji aliyê Dr. Yûsif Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ku saet di 10:30 de li Ofîsa Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya li Silêmanî pêk hat, li ser navê heyetan endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û Parlamenterê Tevgera Goran Perwa Elî civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar de Berwarî axivî û got, "Em îro bi serokê parlamentea Başûrê Kurdistane ku nûnerê rewa ye û endamên parlamentê re rûniştin. Di hevdîtinê de me ji wan xwest, ku alîkariyê bidin vî karê me. Bi rengekî erênî nêzîk bûn."

Berwarî ragihand, platforma hevpar a li ser yekîtiya neteweyî wê di 15-16'ê Tîrmehê de li Silêmanî pêk were û got, "Hemû partiyên siyasî yên êm bi wan re rûniştin, bi erênî nêz bûn. Me jî her kes vexwend û em hê jî dawet dikin. Hêvîdar im wê ji bo gelê me bi xêr be."

Li dû Berwarî parlamenterê Perwa Elî axivî û anî ziman ku ew karê ji bo yekîtiya neteweyî gelekî hêja dibînin. Elî got, "Heyeta KNK'ê ev karê hêja bi me re parve kir. Em vî karî gelekî hêja dibînin. Me ji wan re ragihand ku amade ne bi her awayî piştgiriya manewî bidin.

Çav li rê ye heyeta KNK'ê wê îro sae di 12:00 de li ser xebatên xwe îro li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar bixe.

KNK ji 12'ê Hezîranê û vir ve ji bo avakirina platformeke hevpar a têkildarî nîqaşên li ser avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurd, bi partî û rêxistinên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê hevdîtinan dike.