Heyeta KNK'ê bi ENKS û Yekîtiya Jinên Kurd ên Sûriyeyê re civiya

Heteta KNK'ê di çarçoveya hevdîtinên platforma hevpar a yekîtiya netewî ya Kurd li Rojava were gotûbêkirin de, bi ENKS'ê û Yekîtiya Jinên Kurd yên Sûriyeyê re civiya.

Nûnerên KNK-Rojava di çarçoveya hevdîtinên gotûbêj kirina platforma 'yektiya netewî ya Kurd' de, bi ENKS û Yekîtiya Jinên Kurd ên Sûriyeyê re civiya. Platform ji wê di 15-16'ê Hezîranê de were lidarxistin.

Endamê Konseya Rêveberiya KNK'ê Ebdulkerîm Omer, Endamên Kongreyê Nesredîn Îbrahîm, Ebîr Hesaf, Luqman û Telal Mihemed di heyetê de cih girtin.

Heyeta KNK’ê, li avahiya Yekîtiya Jinên Kurd a Sûriyeyê, ji aliyê endamên rêveber a yekîtiyê Sîham Amoke, Heyat Qico, Emşe Husên ve hatin pêşwazîkirin. Li Meclîsa ENKS`ê jî heyeta KNK’ê ji aliyê nûnerên wê Fesle Yûsif, Mehmûd Mile û Xelîl Husam ve hatin pêşwazîkirin.

Her du civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Endamê Konseya Rêveber a KNK`ê ya Rojava Ebdulkerîm Umer diyar kir ku civîna wan a bi Yekîtiya Jinan re erênî bû û destnîşan kir ku ew ê vegerin naveroka hevdîtinê bi aliyên beşdarî vê hevdîtina şêwiriyê re bikin.

Her du civîn jî ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Endamê Konseya Rêvebera KNK-Rojava Evdulkerîm Omer, diyar kir ku hevdîtina wan a li gel Yekîtiya Jinan baş derbas bûye.

Hevdîtina li gel ENKS’ê jî li avahiya ENKS’ê ya Qamişlo pêk hat.

Alîkara Serokê ENKS’ê Fesle Yûsif, destnîşan kir ku li ser vexwedina KNK’ê hevdîtin pêk anîne û weke ENKS em dixwazin di nava Kurdan de têkiliyên dîplomasî pêş bixin, weke hêzên Kurd biryar bigirin û nakokiyên nava derdorên Kurd de çareser bikin.

Fesle Yûsif bibîr xist ku wê li Başûrê Kurdistanê rêveberên ENKS’ê li ser vexwendina KNK’ê hevdîtinan jî pêk bînin.

Endamê Konseya Rêveber a KNK-Rojava Ebdulkerîm Omer jî diyar kir ku hevdîtin bi gelek derdorên siyasî yên Kurd re pêk anîne û hevdîtin baş derbas bûne.