Heyeta HDP’ê serdana Geliyê Zîlan û Gola Wanê kirin

Heyeta HDP’ê ya li navçeya Erdîş a Wanê ye, qurnefîl danî Geliyê Zîlan ku Qetlîama Zîlanê lê hate pêkanîn. Heyetê nerazîbûn nîşanî projeya HES’ê ya li Zîlanê da û îşaret bi xeteriya li Gola Wanê kirin.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di çarçoveya pêngava ‘Destpêkê edalet’ a li navçeya Erdîş a Wanê, piştî hevdîtina bi gel û saziyên civaka sivîl û şûnde li avahiya HDP’ê ya navçeyê bi gel re civiya. Heyeta ku ji Alîkarê Hevberpisê Komîsyona Aborî ya HDP’ê Garo Paylan, Alîkarê Berpirsê Komîsyona Ekolojî Hacî Sonmez, Berdeva Komîsyona Ekolojî Menekşe Kizildere û Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan pêk tê, derbasî Taxa Çelebîbag  bûn û li Geliyê Zîlan daxuyanî da.

Hevseroka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere axivî û diyar kir ku Zîlan hafizayeke û nerazîbûn nîşanî projeya Santral Hîdroelektirîk (HES) ya dom dike da.

Heyetê ji bo yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin Geliyê Zîlan.

Heyet piştî bernameya li Erdîşê û şûnde derbasî peravên Gola Wanê bûn, li ser xeteriyên li Gola Wanê daxuyaniyek dan.

Li ser navê heyetê Kizildere daxuyanî da, diyar kir ku Gola Wanê yek ji çavkaniya avê ya herî mezin e, divê tavilê bi lezgîn bê parastin. Kizildere got ku bi lez tê qirjêkirin. Kizildere wiha pêde çû: “Divê lez ev qanûn li Meclîsê bê erêkirin û Gola Wanê bê parastin.”