Heyeta HDP'ê: Newala Qesaba bîreke dîrokî ye

Heyeta HDP'ê li Newala Qesaban daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da ku destûr hatiye dayin li ser gorên komî avahî bên çêkirin. Heyetê got, "Newala Qesaban cihekî bîra dîrokî ye."

Heyeta ji Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Huda Kaya, Tulay Hatîmogûllari, Siddik Taş, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Omer Farûk Gergerlîoglû li Newala Qesaban daxuyaniyek da çapemeniyê.

Beştaş daxuyanî da û got, "Yekane armanca me ya hatina vê derê ew e ku nehêlin li Newala Qesaban li ser gorên komî avahî bên çêkirin. Di vê projeyê de vîlayên bi hawiz hene. Li ser çi, li ser gorên komî wê çêbikin. Em ji Amedê bi 3 wesayitan hatin. Bendên kontrolê ku heta niha qet tune bûn ji Êlihê heta Sêrtê hatin danîn. Heyeteke gelekî metirsîdar hat, 7 parlamenter hat Sêrtê. Niha jî li dû me hêzên ewlekariyê hene, hewl didin ku tespîtên me yên ku li Newala Qesaban ji raya giştî re neyê ragihandin, astengiyan çêbikin. Li hemberî wekîlan bêhurmetî kirin, sûc kirin.

Herî baş ew zanin ku ev siyaseta tirsandinê bandorê li me nake. Em mafdar in û mafdar ti carî natirsin. Newala Qesaba cihekî bîra dîrokî ye. Sala 1989'an li vê derê di kolandinê de 8 cesed hatin dîtin. Waliyê demê ferman da ku kolandin bê rawestandin. Piştre jî li vê derê rê çêkirin, dibistana polîsan çêkirin. Armanca wan ew e ku ev cihê bîrê bê tunekirin, nirxên mirovahiyê bêne binpêkirin û rastî bi betonê bê nixumandin.

Dema ku şaredarî di bin rêveberiya me de bû, temamiya destûra çêkirina avahiyan hate betalkirin. Bi hatina qeyûm re destûra çêkirina avahiyan ji nû ve hate dayin. Dibêjin ku ev der milkê taybet e. Dibe ku ev der milkê taybet be, nêta me nîne ku zerarê bide milkê taybet. Li gorî me gelekî girîng e ku ev der weke cihekî bîrê bibe qada rûbirûbûna li rabirdûyê û eşkerekirina rastiyê. Wezîfeya dewletê ew e ku vê derê bike malê cemaweriyê, hestiyên li vê derê derxîne û lêçûn û zerara xwediyê milk bide. Li vê derê bi sedan cesedên Ermen, Keldanî û Kurdan hene.

Banga me li raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, baro û rêxistinên demokratîk e. Em bi hev re li ber vî sûcî rabin. Xelkê Sêrtê nikare li ser hestiyan bijî. Xelkê Sêrtê li pêşberî bîranînê hurmetdar e, wê destûrê nede ku li vir avahî bêne çêkirin. Em bang li xelkê Sêrtê dikin ku xwedî li bîranînê û nirxên mirovan derkeve. Ji bo avahî li vir neyê çêkirin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."