Heyeta Danîmarkayê: Cerdevanan êrîş kir, leşkeran gef xwarin

Heyeta çavdêr a ku ji bo şopandina hilbijartinê ji Danîmarkayê hatibû Çewlikê diyar kirin ku, hemû pêvajo ji bo partiya desthilatdar hate kirin û leşkerên li gund gef li wan xwarine.

Heyetên çavdêr ên navneteweyî yên ku ji bo şopandina bêedaletiya di hilbijartinan hatibûn Agirî, Şirnex, Êlih û Batmanê, hatin destgîrkirin. Cerdevanan êrîşî heyeta çavdêr kirin a ku ji Danîmarkayê hatibû Çewlikê.

‘EM NE LI BENDA REWŞEKE WISA XERAB BÛN’

Ji partiya Sor-Kesk a Danîmarkayê Jette Mohr a ku di dema dengdanê de li Çewlikê çû serdana 11 dibistanan, diyar kir ku wan dizanibûn li Tirkiyeyê rewş ne baş be, lê ne li benda rewşeke wisa xerab bûn. Jette diyar kir ku wan xwest li gundê Mûrat ê Solaxana Çewligê hilbijartinê bişopînin lê ji ber vê daxwaza wan êrîş li wan hatiye kirin. Jette got ku, “Em ji bo mebesteke aştiyane çûn Çewlikê. Lê alîgirên fanatîk ên partiya desthilatdar êrîşî me kirin.”

‘LEŞKERAN EM KIRIN HEDEF’

Jette diyar kir ku leşkerên li pêş deriyê dibistanê ew kirine hedef û ji bo ku ew ji gund derkevin gef li wan hatiye xwarin.

Çavdêreke din a jin Stînna Dore jî got ku, “Me dît ku pêvajoya hilbijartinê ya li Çewlikê ji bo partiya desthilatdar hatiye kirin. Em bûn şahid ku li ser kesên mûxalif zext tê kirin.”

Stînna got ku, “Ji ber vê rewşê, em bi fikar in. Li gelek cihên ku em çûnê, şer û nîqaş hatin kirin. Endamên partiya desthilatdar ji dêvila lihevkirinê gelek caran gazî hêzên ewlehiyê kirin.”