Hewlêr ji biryara xwe vegeriya, referandûm bi fermî betal bû

Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku wê li gorî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku referandûm red kir, tevbigere.

Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew biryara Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dikin, ku li gorî vê biryarê referandûm derbasdar nîne. Bi vî rengî referandûm bi awayekî fermî betal bû.

Dadgeha Federal a Iraqê roja 6'ê Mijdarê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Xalên Destûra Bingehîn rê nadin ku ti pêkhate qut bibe". Û bi vê hincetê, referandûma roja 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê hate kirin, betal kiribû.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê berê gotibû ku ew biryara dadgehê qebûl nake. Di daxuyaniya dawî de jî eşkere kir ku wê li gorî biryara Dadgeha Federal tevbigere. Bi vî awayî referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî betal bû.