Hewldanên Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Şengalê didomin

Hewldanên dorpêçkirina dora Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê berdewam dike.

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî mehekê ye ku artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi têlan dorpêç bike.

Ev têlkirin tenê li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê têl 5 km ji sînor dûr were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê têl were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.

Hikûmeta Iraqê beriya niha biryar dabû ku di navbera gundên Êzidiyan û Ereban de têl were danîn û pêşiya çûnûhatinê bigire. Niha hikûmeta Iraqê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dest bi lêkirina dîwarê bi beton jî kiriye.